Li Îranê 5 Kurdên din jî hatin girtin

Piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Îranê ve dewleta Îranê dest bi pêla binçavkirin û girtina welatiyan kiriye. Di vê çarçoveyê de li Rojhilatê Kurdistanê 5 welatiyên Kurd hatin binçavkirin û heta niha jî çarenûsa wan nediyare.

Li gor nûçeya malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, îro 4 welatiyên Kurd ên bi navên; Umêd Reş, Eshed Resûl Zade, Nuredîn Dudkanlu Mîlan yên xelkê gundê Kose Kerêz ya ser bi bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê ne, ji aliyê hêzên Îranê ve bêyî biryara dadwer hatin binçavkirin û birine cihek nediyar.

Hat diyarkirin ku welatiyek din yê Kurd bi navê Mihemed Zend Kerîmî yê xelkê Dêhgulan a ser bi bajarê Sine ye, ev du heftene bêyî fermana dadwer hatiye binçavkirin û çarenûsa wî nediyare.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku roja 19’ê Hezîranê jî welatiyek Kurd bi navê Keywan Mam Gulî bêyî fermana dadwer hatiye binçavkirin û birine cihek nediyar.

Hêjayî gotinê ye, di nava şert û mecên niha yên şer û aloziyan de, dewleta Îranê bi tometên cûda pêlek berfireh ya binçavkirin û girtina welatiyan daye destpêkirin. Di nava sê rojan de 151 welatî li bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bêy fermana dadweran hatine binçavkirin.