Rojava bi pêkhateya xwe ya pirnasnameyî nimûneya têgeha "neteweya demokratîk" e. Li ser axa Rojava Kurd, Ereb, Siryan û Tirkmen bi hev re dijîn û Rojava nîşanî cîhanê da ku ligel hemû cudahiyan jiyaneke demokratîk û azad pêkan e. Sara Behê ya Siryan a ku li Kantona Hesekê li taxa Til Hecerê ye diyar dike ku Ocalan ne bi tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan girîng e. Sara got, "Ji ber ku Rêber Apo xwediyê felsefeya azadiyê ye, dibe hedefa polîtîkayên qirêj."
'JI FIKRÊN WÎ DITIRSIN'
Sara Behê got ku, "Dewletên dagirker bi tecrîdkirina Rêber Apo dixwazin fikrên wî û PKK’ê tine bikin lê fikrên azadiyê yên Rêber Apo her roj li gelek cihan belav dibe."
Sara Behê diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava-Bakurê Sûriyeyê di esasê xwe de êrîşa li ser felsefeya Rêber Apo ye û got, "Rojava-Bakurê Sûriyeyê li gorî fikra Rêber Apo xwe bi rêxistin dike û pergala xwe ya federal îlan kir. Pergala federal tê wateya ku mafê her kesî were parastin û krîza li Sûriyeyê were çareserkirin. Ji bo ku ev bi ser nekeve Tirkiye êrîş dike."
'EM Ê HETA AZADIYÊ LI BER XWE BIDIN'
Sara herî dawîn jî got, "Îro jî gelek netewe ji bo welatekî azad li ber xwe didin û li hemberî çeteyan şer dikin. Gelek şervanên qehreman ji bo ewlehiya me gihiştin şehadetê. Heke îro em bi aramî dijîn ev bi saya fikra Rêber Apo û şehîdan e. Ji ber vê divê em xwedî li van nirxên pîroz derkevin. Heta Rêber Apo azad bibe, em ê li ber xwe bidin."