Cenazeyê Fermandarê Partiya Komunîst Nûbar Ozanyan hate veşartin
Welatiyên bajarê Dêrikê cenazeyê Fermandarê Partiya Komunîst Nûbar Ozanyan ku li herêma Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.
Welatiyên bajarê Dêrikê cenazeyê Fermandarê Partiya Komunîst Nûbar Ozanyan ku li herêma Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.
Bi hezaran welatiyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê cenazeyê Fermandarê Partiya Komunîst Nûbar Ozanyan (Orhan Bakirciyan) ku li herêma Serêkaniyê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû şehîd bû, ji nexweşxaneya bajarê Dêrikê wergirtin.
Girseya gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên şehîd Orhan, her wiha alayên partiya komunîst hildan û ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê. Şêniyên herêmê derketin ser rê û bi dirûşmeyên 'Şehîd namirin' pêşwazî kirin. Li goristanê hevalên şehîd Orhan cenazeyê wî hilgirtin ser milên xwe û derbasî goristanê bûn.
Li goristanê ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê , Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Partiya Komunîst, Fermandar Cemîl Rojava axivî û da zanîn ku şehîd Orhan di 15 saliya xwe de ji komkujiya ku Osmaniyan bi serê Ermenan kir filitî û tevlî tevgerên azadiyê bû da li dijî faşîzmê xizmeta mirovahiyê bike.
Cemîl di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku şehîd Orhan beşdarî hemû şoreşên li Ermenistanê, Filistîn û Rojava hatin lidarxistin bû û bi hemû hêza xwe li dijî terorê şer kir û armanca wî rizgarkirina gelan a ji zilma sîstemên faşîst bû.
Cemîl got ku heta ku civakên bindest hebin, ew soza şopandina rêya şehîd Orhan didin.
Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî bi dirûşme û tîlîliyên dayîkan hate veşartin.