ROJEVA 22'Ê HEZÎRANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Şerê Îsraîl û Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Prof. Dr. Abbas Valî destnîşan kir ku rawestandina têkoşîna çekdarî û danîna çekan heman tişt nîne û got, "Çekdarî, azadiya Rêber Apo jî di nav de bi gavên şênber ên dewleta Tirk dikare bibe."

Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê li Stenbolê bi sernavê 'Pêşîvekirina li aştiyê' konferansekê lidar dixe.

Di salvegera 11'emîn a berxwedana Şêx Seîd de 27-28'ê Hezîranê li Brukselê konferansek, 29'ê Hezîranê jî li Kolnê mîtîngek tê lidarxistin. Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs bang li her kesî kir ku ji bo xwedîderketina li nirxên neteweyî tevlî mîtînga li Kolnê bibin.

Rojnamevan Perîhan Sevda Erkilinç ku nexweşa astim û çolyak e û li Girtîgeha Bakirkoyê tê ragirtin, nayê dermankirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn serdana Erkilinç kir û anî ziman ku tedawiya wê tê astengkirin.

Girtiya 67 salî ya nexweş Besra Erol ku cara duyemîn e berdana wê tê taqlokirin, got "Biryareke kêfî wergirtin. Ez li vir ne girtî me, dîlgirtî me."