ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
234 ciwanên Reqayê dewreya perwerdehiyê qedandin
234 ciwanên ji Reqayê ku li Akademiya Şehîd Ezîz perwerde didîtin, wê beşdarî Pêngava Rizgarkirina Reqayê bibin. -
Roketek li nêzî Fûara Navneteweyî ya Şamê ket: 5 kes mirin
Li paytexta Sûriyeyê Şamê, di encama avêtina roketeke li nêzî ketina Fûara Navnetewî ya Şamê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn. -
YPG’ê nasnameya 12 şervanê xwe eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 12 şervanan eşkere kir. -
Reqa:17 çete hatin kuştin, li 5 taxan şerekî giran heye
Li 5 taxên Reqayê di şer de 17 çete hatin kuştin. -
Li Reqayê cenazeyên 6 şervanên QSD'ê hatin veşartin
Cenazeyê 6 şervanên QSD`ê Mehmûd Şeiban, Xelîl El-Ebo, Elai El-Ebo, Mihemed Faris, Hemed Îsa û Îsa Nasir li Goristana Şehîdên Reqayê hat veşartin. -
Şehîd Aytekîn bi merasîmekê hate veşartin
Ercan Aytekîn ku 16’ê Tebaxê di êrîşa dewleta Tirk a bi ser Kantona Efrînê de şehîd bûyî hate veşartin. -
Cenazeyên şehîdên Reqayê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî û Qamişloyê cenazeyên 5 şervanên YPG/YPJ’ê û QSD`ê yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Mehmûd Tema û Goristana Şehîd Delîla Saroxan veşartin. -
Cenazeyê Atkîn ê YPG’yî li Efrînê hat spartina axê
Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG`ê Arcan Atkîn (Cayan Batman)ê ku 16’ê Tebaxê di bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser gundên Efrînê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Seydo ya Kantona Efrînê, spartin axê. -
Li Tebqayê cenazeyên 3 şervanên QSD’ê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Tebqa û rûspiyên herêmê, cenazeyên 3 şervanên QSD`ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin. -
Cenazeyê şehîdê Reqayê Îbrahîm hate veşartin
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Hacî ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehdî bibû, bi merasîmekê li rojavayî bajarê Kobanê hate veşartin. -
Leşkerên Tirk li Efrînê zarokek birîndar kir
Leşkerên Tirk li ser sînorê Herêma Reco ya Kantona Efrînê zarokek birîndar kir. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê sûka Cerablûsê şewitandin
Sûka Cerablûsê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hate şewitandin. Her wiha çeteyan bi darê zorê gelek kes koçber kirin û li malên wan bi cih dibin. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya şervanê bi navê Çayan Batman eşkere kir, ê ku li Herêma Efrînê ji ber topên artêşa Tirk birîndar bûbû û piştre li nexweşxaneyê şehîd bûbû. -
Li Reqayê 53 çete hatin kuştin
Di şerê li 5 taxên Reqayê de 53 çete hatin kuştin, şervanên QSD’ê hin cihên stratejîk ji çeteyan paqij kirin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê li herêma Efrînê derbeke giran xwarin
YPG û YPJ û Hêzên Şoreşger bersiv dane êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi ser Efrînê de û gelek çete hatin kuştin. -
Xelîl: Heke DAIŞ li Reqayê têk biçe êdî nikare bimîne
Fermandarê QSD’ê Xelîl bal kişande ser girîngiya pêngava Reqayê û got: ‘’Kî Reqayê azad bike di siyaseta pêş de wê bibe xwedî gotineke mezin. -
Koalîsyona Navneteweyî bi Meclîsa Sivîl a Tebqayê re rûnişt
Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, li Taxa El Meqasimê li gel Meclîsa Sivîl a Tebqayê rûnişt û soza alîkarîkirinê ya di warê zimetê de ji bo Meclîsa Sivîl dubare kir. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şehbayê bombe dike
Li Kantona Şebhayê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundan topbaran dike, Artêşa Şoreşgeran bersivan êrîşan da. -
Artêşa Tirk gundê Qestel Cindo topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera ya Kantona Efrînê, careke din topbaran dike. -
Fermandarê QSD’ê: 14’ê Tebaxê me derbeke giran li DAIŞ’ê xist
Fermandarê Eniya Rojhilat ê QSD’ê Reqa diyar kir wan êrîşa 14’ê Tebaxê ya çeteyên DAIŞ’ê pûç kirine û ji 300’î zêdetir çete kuştine. -
Reqa: 21 çete hatin kuştin, 50 sivîl hatin rizgakirin
Li Reqayê, di şer eniyên rojava, rojhilat, bakur de 21 çete hatin kuştin, 50 sivîl hatin rizgakirin. -
Artêşa Tirk bi obusan êrîşî navenda bajarê Efrînê kir
Artêşa Tirk a dagirker, bi topên obusê êrîşî navenda bajarê Efrînê kir. -
Li Efrînê cenazeyên du şervanên azdiyê hatin veşertin
Şêniyên Herêma Efrînê cenazeyên şervanekî YPG’ê û şervanekî Artêşa Şoreşgeran, li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Matîna ya navçeya Şera veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Amûde hat veşartin
Welatiyê Amûdê cenazeyê şervanê YPG’ê Xelîs Hisên (Koçer Amûde)bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl veşartin. -
McGûrk serdana Meclîsa Sivîl a Reqayê kir
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ya Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ`ê Brett McGûrk û Alîkarê Fermandarê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê Robert Jones li gel nûnerên dewletên cuda ên koalîsyinê çûn serdana Meclîsa Sivîl a Reqayê kirin.