Li Tirbespiyê cenazeyê 3 şervanên azadiyê hatin veşartin

Li Tirbespiyê bi merasîmekî cenazeyê sê şervanên azadiyê ku di demên cuda de şehîd bûne, bi tevlîbûna sedan kesan hatin veşartin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Ehmed Qamişlo (Mistefa Ehmed Metras) ê di 14’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê şehîd bûye û şehîd Ayid Tirbespiyê (Omer El Hebîb) ê di 2’yê Çileyê de li Bendava Tişrînê şehîd bûye, tevî şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Hisên Casim El Hisên ê li Zirganê di encama qezayekê de di 17’ê Hezîranê de şehîd bûye, li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr, veşartin.

Di merasîman de bi dehan şênî, nûnerên saziyên civaka sivîl û yên leşkerî amade bûn.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Casim axivî. Fatme got: "Şehîd ew in ku rêya me ronî dikin."

Fatme destnîşan kir ku şehîdan di oxira gel û welat ji êrişan biparêzin û rizgar bikin canê xwe feda kirin.

Ji Fermandarên QSD`ê Mihemed Zêdan axivî û diyar kir ku ew wek QSD`ê ji bo parastina gel û welatê xwe ji êrîşan amade ne. Mihemed Zêdan got ew bi şehîdan mezin dibin û îsrara wan a ji bo berxwedanê bi hêztir dibe. Zêdan got: "Em ê heya dawiyê şopdarê rêça şehîdan bin."

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Hevreyên şehîdan, tevî dirûşmeyên "Şehîdên Namirin" cenazeyên wan veşartin.