YPG: Wê Çavdêrên Rûsya li Şehba û Efrîn bi cih bibin
Fermandariya Giştî ya YPG'ê ya Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di encama lihevkirinekê de wê çavdêrên Rûsya yê leşkerî li çend nuqteyên cuda yên herêma Şehba û Efrînê bi cih bibin.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê ya Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di encama lihevkirinekê de wê çavdêrên Rûsya yê leşkerî li çend nuqteyên cuda yên herêma Şehba û Efrînê bi cih bibin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Kantona Efrînê îro têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da û ev tişt got:“Di encama lihevkirinekê ya di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Suawr) û hêzên Rûsya yên li herêmê, biryar hatiye girtin ku çavdêrên Rûsya yên leşkerî ji bo erka çavdêriyê derbasî herêmên Şehba û Efrînê bibin û li çend nuqteyên cuda werin bicihkirin.
Peywirê çavdêrên leşkerî li kêleka şervanên YPG û Artêşa Şoreşgeran wê parastina ewlehî li herdu herêmên Şehba û Efrînê be.”