Taxeke din a Reqayê hate rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), taxa Mansûr a Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), taxa Mansûr a Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên QSD'ê, taxa Mansûr a li rojhilatê Reqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Li vê taxê, di şerê dijwar de 17 çete hatin kuştin.
Şervanên QSD'ê, ku roja 6'ê Hezîranê dest bi Pêngava Rizgarkirina Reqayê kirin beşeke mezin a bajêr kontrol dikin.
Duh bi şev jî di şer de 25 çete hatibûn kuştin. Şerê li taxên Nehda û Rewdayê dewam dike.