ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şervanê YPG'ê Diyar Til Hemîsê hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Diyar Til Hemîs ê li Reqayê şehîd bû, bi merasîmekê hate veşartin. -
YPG'ê: Em ê bi ruh û fedakariya Ebû Emced Reqayê rizgar bikin
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li ser şehadeta Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku wê bi ruh û fedakariya Ebû Emced têkoşîna xwe bidomînin. -
35 sivîlên din li Reqayê hatin rizgarkirin
Di çarçoveya pêngava rizgarkirina Reqayê de 35 sivîlên din ji aliyê tîmên rizgarkirinê yên QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Di nav de jin û zarok jî hene. -
Operasyona Reqayê: Gelek cih hatin rizgarkirin
Li taxên Diriyê û Mirur ên Reqayê şerekî giran diqewime. Ji duh ve gelek cih hatine rizgarkirin. -
'Çiqas zêde demokrasî ewqas kêm dewlet'
Rêvebera Akademiya Kongreya Star Arjîn Amed têkildarî mijara Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê got: "Hilbijartin û avakirina Federasyona Bakurê Suriyê, hem ji bo Sûriyê hem ji bo gelên Rojhilata Navîn garantiya azadî û jiyana aram e." -
Li Hesekê cenazeyê Botan û Jiyan hatin veşartin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Şehîd Botan û Şehîd Jiyan, li Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Li Reqa Baxçeyê Panorama hate rizgarkirin, 9 çete hatin kuştin
Şervanên QSD’ê li taxa Deriyê qada bi navê Baxçeyê Panorama yê ji çeteyan paqij kirin. Di şer de 9 çete hatin kuştin. -
Li Tebqayê cenazeyê du şervanên azadiyê hatin spartina axê
Cenazeyên du şervanên QSD′ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê hatin spartina axê. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmûd hat veşartin
Bi sedan welatiyên herêmên Serêkaniyê û Til Temirê cenazeyê şervanê YPG′ê Mehmûd Ecûr li Goristana şehîdan a Til Temirê, veşartin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê Til Rifatê topbaran dike
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li Ezaz û Marê bicihbûyin, Til Rifatê topbaran dike. -
Pêngava Reqa: 18 çete hatin kuştin, gelek sivîl hatin rizgarkirin
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ji bo şikandina dorpêça li ser taxên Deriyê û Miurûrê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate şikandin. Di şarê qewimî de 18 çete hatin kuştin, gelek sivîl jî hatin rizgarkirin. -
Cenazeyên şehîdên Reqayê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa cenazeyê 4 şervanên QSD′ê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Goristana Şehîdên Reqayê, veşartin. -
Taxên Deriye û Mirûr ên Reqayê hatin dorpêçkirin
Li eniya rojhilat a Reqayê şerê dijwar rû didin. Şervanên QSD'ê taxên Deriye û Mirûr dorpêçkirin. -
Li Reqayê xebatên ragihandinê yên YPG’ê
Şervan û xebatkarên çapemeniyê yên YPG’ê di eniyên şer de jî karê xwe didomînin. -
YPG'ê nasnameya 9 şehîdên Reqa û Şedadê eşkere kir
YPG'ê nasnameya 9 şervanên li Reqa û Şedadê di şerê dijî DAIŞ'ê de şehîd bûn, eşkere kir. -
4 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin
Ji çeteyên artêşa Tirk ên êrîşî Şehbayê kirin, 4 jê ji aliyê hêzên YPG/YPJ û Artêşa Şoreşgeran ve hatin kuştin. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ê li ser şopa Ebû Emced bin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji ber şehadeta fermandarê xwe Ednan Ebû Emced sersaxî gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê xwest û destnîşan kir, ku ew ê li ser şopa fermandarê xwe bin. -
Li 3’ê taxên Reqayê şerekî giran heye
Li sê taxên Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de ji şevê dî ve şerekî giran heye. Di şer de 23 çete hatin kuştin. -
Cenazeyê Şehîd Şiyar Zagros li Dirbêsiyê hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ebdullah Xelîl (Şiyar Zagros), li Şehîdgeha Rustem Cûdî hate veşartin. -
Fermandarê Minbicê Ebû Emced li Reqayê şehîd bû
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk – QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced şehîd bûye. -
NÛ BÛ-Artêşa Tirk êrîşî Efrînê kir: Birîndar hene
Êrîşên arêtşa Tirk a li ser Efrînê dewam dike. Di encama êrîşa hewanan de hewan li nava bajêr ketin û hat diyarkirin ku birîndar hene. -
Çeteyên dewleta Tirk gule li hêzên koalîsyonê reşandin
Berdevkê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî Ryan Dîllon Colonel diyar kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk gule li hêzên wan reşandine û hêzên wan jî bersiv dane. -
Li Dêrikê cenazeyê 2 şervanê azadiyê hatin veşartin
Li Goristana Şehîd Xebat Dêrik cenzeyê 2 şervanên azadiyê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, hatin veşartin. -
Pêngava Reqa: Li 3 taxan şer didome, 30 çete hatin kuştin
Li taxên Berîd, Mirûr, Nehda yên Reqayê di navber şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer didomin. Di şer de 30 çete hatin kuştin. -
Li ser lihevkirinan tîmeke Rûsya gihişte Efrînê
Di çarçoveya lihevkirina di navbera hêzên Rûsye, şervanên YPG′ê û Hêzên Şoreşgeran de, tîmek ji hêzên Rûsya gihîştin Kantonên Efrîn û Şahbayê.