YPG'ê nasnameya 10 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandina YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 10 şervanên xwe yên di Pêngava Rizgarkirina Reqa, Şedadê û Berxwedana Kobanê de şehîd bibûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 10 şervanên xwe yên ku di Pêngava Rizgarkririna Reqa, Şedadê û  Berxwedana Kobanê de şehîd bibûn, eşkere kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG'ê hatî weşandin wiha ye;

'NAVENDA REQAYÊ JI ÇAR ALIYAN VE HATIYE DORPÊÇKIRIN'

"Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi pêşdeçûna şervanan ve berdewam dike. Navenda Reqayê ji çar aliyan ku ji aliyê şervanan ve hatiye dorpêçkirin, di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar diqewimin. Şervan hem ji bo rizgarkirina sîvîlan, hem jî cîhên ku di destê çeteyan de mayî ji bo rizgar bikin operasyonan li dar dixin, li hember vê yekê çeteyan ji bo astengkirina pêşdeçûna şervanan û derketina derve êrîşên dervê rêbazên şer pêk tînin.

'8 HEVALÊN ME BI ARMANCA RIZGARKIRINA SIVÎLAN, KETINE ŞER Û ŞEHÎD BÛN, HEVALEKÎ ME LI ŞEDADÊ ŞEHÎD BÛ'

Di vê çarçevoyê de di navbera 22 û 26’ê Tebaxê de di encama operasyonên li dijî DAIŞ’ê de 8 hevalên me ku bi armanca rizgarkirina sîvîlan û cîhên stratejîk bi çeteyan re ketine şer û bi qehremanî şehîd bûne. Di heman demê de di 26’ê Tebaxê de her çiqas çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşkirina Şedadê ve xwestibe pêşiya pêşdeçûna li Reqayê bigire jî bi bersivdayin û berxwedana şervanan re êrîş hatiye şikandin. Di encama vê berxwedanê de hevalekî me heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer kiriye û gihiştiye şehadetê.

Di Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê ji bo dagirkirina Kobanê ji sê milan ve li dijî Kobanê êrîş dabû destpêkirin. Di encama şerê ku 134 roj berdewam kir de, şervanên YPG û YPJ’ê êrîşên çeteyan şikandin, ev berxwedan bûye destpêka bidawîkirina çeteyên DAİŞ’ê. Di berxwedana Kobanê de bi sedan hevalên me bi qehremaniyek mezin şer kiribûn û şehîd ketibûn, em sîcîla hevalek xwe a ku di berxwedana Kobanê de gihiştibû şehadetê bi gelê xwe re parve dikin. Ji ber dereng ketina vê îlanê em ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe yê welatparêz lêborînê dixwazin.

'EM ŞEHÎDÊN BERXWEDANA KOBANÊ, REQA Û HEMÛ ŞEHÎDÊN ŞOREŞÊ BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIN'

Em YPG û YPJ di şexsê şehîdên berxwedana Kobanê û Reqayê hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di destpêkê ji malbata şehîdan û gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin, em ê bîranîna wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Bavê Sexîr

Nav û Paşnav: Mihemed Ibrahîm

Navê Dayikê: Wedha

Navê Bav: Mislim

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 22 Tebax 2017

 ***

Nasnav: Botan Hesekê

Nav û Paşnav: Nebil El Seyud

Navê Dayikê: Seade

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 26 Tebax 2017

***

Nasnav: Brûsk Çopan

Nav û Paşnav: Nîhad Elî

Navê Dayikê: Xezal

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 23 Tebax 2017

 ***

Nasnav: Cano Qamişlo

Nav û Paşnav: Enes Hesen

Navê Dayikê: Şemsa

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24 Tebax 2017

***

Nasnav: Ehmed Kobanê

Nav û Paşnav: Ehmed Osman

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Şerîf

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê, Gundê Derbazin

Cih û Dîroka Şehadetê:  Kobanê, Gundê Xurxurê / 29 Îlon 2014

***

Nasnav: Kanîwar Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed Ecur

Navê Dayikê: Sara

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 25 Tebax 2017

***

Nasnav: Salim El Binye

Nav û Paşnav: Salim El Binye

Navê Dayikê: Terfa

Navê Bav: Ewad

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Temir

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24 Tebax 2017

***

Nasnav: Serhed Cansoz

Nav û Paşnav: Yusuf Kureldîn

Navê Dayikê: Diljîn

Navê Bav: Nuredîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 26 Tebax 2017

***

Nasnav: Zagros Qendîl

Nav û Paşnav: Mihemed Simo

Navê Dayikê: Naîle

Navê Bav: Salih

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 25 Tebax 2017

 ***

Nasnav: Zagros Şiyar

Nav û Paşnav: Ebdulah Xelîl

Navê Dayikê: Zelîxa

Navê Bav: Cemîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 25 Tebax 2017