Dema serlêdanê ya ji bo bernamzetiya hevserokatiyê hat dirêjkirin
Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Herêma Cizîrê, dema serlêdanê ya ji bo bernamzetiya hevserokatiyê dirêj kir.
Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Herêma Cizîrê, dema serlêdanê ya ji bo bernamzetiya hevserokatiyê dirêj kir.
Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Herêma Cizîrê, li ser dema serlêdana bernamezetiya hevserokatiya komunan, civîn li dar xist. Civîn li ser pêşniyara buroyên komîseriyê yên li bajaran a ji bo dirêjkirina dema serlêdanê hate kirin. Di civînê de biryar hate dayin, ku dema serlêdanê ji bo 5 rojên din bê dirêjkirin.
Bi vî rengî, 5 roj piştî 30'ê Tebaxê jî wê bernamzet karibin serî li komîseriyê bidin.