Cenazeyê şervanê YPG’ê El-Biniye hate veşartin
Şêniyên bajarê Til Temir cenazeyê şervanê YPG’ê Salim El-Biniye, bi merasîmeyekê li Goristana Şehîdan a Til Temir, veşartin.
Şêniyên bajarê Til Temir cenazeyê şervanê YPG’ê Salim El-Biniye, bi merasîmeyekê li Goristana Şehîdan a Til Temir, veşartin.
Merasîma cenazeyê şervanê YPG`ê Salim El-Biniye yê ji gundewarên Til Temir ku 24`ê Tebaxê li Reqayê şehîd bibû, bi amadebûna sedan şêniyan û şervanên YPG û YPJ`ê, li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temir, hate lidarxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên YPG û YPJ`ê ve hate destpêkirin. Paştre ji Fermandarên YPG`ê Ezîz Yûsif axivî û sersaxî ji malbata têkoşer Salim re xwest û destnîşan kir ku ji bo parastina ewlehiya gel û mafên wî, pêwîst e bedel werê dayîn.
Yusif diyar kir ku gel ji bo azadî û rûmeta xwe têkoşînê dike û ciwanên xwe jî di vê rêyê de, feda dike.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Tahir Yûnis jî di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbat û gel re xwest û serkeftinên QSD`ê li Reqayê pîroz kir.
Yûnis di dawiya axaftina xwe de ji gelê herêmê xwest ku li dora QSD`ê kom bibin da ku herêm bi tevahî ji terorê werê rizgarkirin.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdbaqî Kotî nasnameya şehîd xwend û radestî malbata têkoşer kir.
Apê têkoşer Salim, Abdullrehman axivî û serbilindiya xwe bi şehadeta lawê wan anî ziman û têkoşer Salim wekî ”Şehîdê Sûriyeya demokratîk” bi nav kir.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşim û tilîliyên dayikan li Goristana Şehîdan a Til Temir a li taxa El-Hemre vaşertin.