Li Kobanê cenazeyê 3 şehîdên azadiyê hatin veşartin

Li goristana şehîd Dîcle a Kantona Kobanê cenazeyê 3 şervanên azadiyê hatin veşartin û nasnameya şehîdekî hate ragihandin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê, Endamên Saziyên Sivîl, Hevserokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen û şervanên YPG/YPJ′ê cenazeyên  şervanê YPG′ê Ibrahîm Işik (Amargî Kobanê), Egîd Mustefa (Ava Reş Zap) û Nîhad Elî (Birûsk Coban) ji nexweşxaneya Şehîd Zozan wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dîcle ve ketin rê.

Darbestên cangoriyan bi alayên YPG′ê û kevokên aştiyê hatibû xemilandin.Li goristanê karwanê  şehîdan ji aliyê bi sedan kesî ve bi dirûşmeyên 'Şehîd namirin' ve hate pêşwazîkirin û cenazeyên têkoşeran li ser milên hevalên wan derbasî goristanê hatin kirin.

Li goristanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Hevserokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen axivî û wiha got; "Bi xwîna şehîdan gelek destkeftî hatin bidestxistin û ez bang li gelê me yê herêmê dikim ku li hember êrîşên dijmin amade bin û welatê xwe biparêzin." Şêx Hesen soza domandina têkoşînê da.

Piştre xaltîka şehîd Ava Reş, dayîka Ehmed ji Kantona Efrînê bi riya telefonê axivî, sersaxî ji tevahî gelê Kantona Kobanê re xwest û diyar kir ku ew bi fedekariya zarokên xwe serbilind in. Dayîka Ehmed soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîdekî ku di Pêngava Rizgarkirina  Reqayê de şehîd bibû,  eşkere kir.

Di dawiyê de nasnameyên her çar cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîd Amargî, Ava Reş û Birûsk  bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin'  hatin veşartin.