Dewleta Tirk li Şehbayê ji xwînê têr nabe!

Hêzên dagirker ên Tirk, xwîna gelê Şehbayê dimêje. Li gel topbaranê, her wiha agahiyên li ser 'kuştinên kiryar nediyar' ji herêmên Şehbayê yên hatine dagirkirin tên.

Dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê, roj bi roj li gelê Şehbayê giran dibe. Hefteya derbasbûyî, ji ber topbaranê 3 sivîlên ji gelê Şehbayê jiyana xwe ji dest dabûn, 17 sivîl jî birîndar bûbûn. Derket holê, ku 3 sivîl li herêmên dagirkirî bi destê çeteyan 'bi rengekî kiryar nediyar' hatine kuştin.

Dewleta Tirk di nava hefteyê de rojane bombe avêtibû hêrêmên Şehbayê yên ji aliyê Hêzên Şoreşger ve hatine rizgarkirin. Ji ber van êrîşan li Til Rifatê 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, 17 sivîl jî li Til Rifat û Umhoşê birîndar bûbûn. Wekî din, derket holê ku hefteya derbasbûyî, li Mare, Ezaz û Babê yên herêma Şehbayê ku hatine dagirkirin, 3 sivîl ku 2 jê Ereb, yek jî Kurd e ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin revandin û kuştin.

SÊ KES HATIN KUŞTIN

Hefteya derbasbûyî, Mahmût Hamdo yê di sala 1969'an de li gundê Sinipul ê Marê ji dayik bû, li dora gundê Arap mirî hate dîtin. Gundiyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman, ku wesayiteke çeteyên Sûltan Mûrat nîvê şevê li cihê cenazeyê Mahmût Hamdo lê bû sekiniye û tiştek avêtiye. Gundî got, danê sibehê jî li heman cihî cenazeyê Hamdo dîtine. Hin ji gundiyan anîn ziman ku Hamdo yek ji dewlemendên herêmê bû û dibe ku ji ber pereyê wî ew kuştine.

Qurbaniyê duyemîn ê çeteyan ê hefteya derbasbûyî Alî Aşik e. Aşik 4 roj berê hate kuştin. Cenazeyê Aşik ku yek ji Kurdên Şehbayê ye, li herêma navbera gundên Dûval Hawa û Şûdîtê hate dîtin. Gundiyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike got, Aşik ê ji gundê Kibbeşîh ê Babê, ji aliyê çeteyên Tirk ve ji mala xwe hatiye girtin û piştre cenazeyê wî hatiye dîtin.

Qurbaniyê sêyemîn ê çeteyan jî Fehîd Mahmûd ê ji pêkhateya Ereb e. Hefteya derbasbûyî bi îdîaya ku bi Kurdan re xebitiye ji aliyê koma çete ya bi navê Ehrar û Şam ve li Ezazê hate revandin. 2 roj piştî revandinê cenazeyê wî hate dîtin ku li ser bedena wî şopên lêdanê hebû. Çavkaniyên herêmî gotin, çeteyan dest daniye ser pereyê Fehîd Mahmût û wesayita wî û Ehrar û Şam ji bo pereyan ew kuştiye.

ÊŞKENCEYÊ LI HEVSER Û ZAROKÊN XWE JÎ DIKIN!

Zext, dizî, destavêtina li herêma ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, ne tenê ev in. Çeteyên dewleta Tirk jiyan li Kurd û Erebên li Şehbayê bi wan re naxebitin xerimandine. Her wiha êşkenceyê li malbatên xwe jî dikin.

Beriya niha bi deh rojan, ji dîmenên di medya civakî de hatin weşandin eşkere bû, ku çeteyekî Sûltan Mûrat ê ji gundê Bîzaa yê Babê, ji bo hevsera xwe ya ji ber hewî anî ser wê ew terikandibû ceza bike, êşkence li keça xwe ya 1,5 salî kiriye û ew kuştiye. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, tevî ku vî çeteyî keça xwe bi êşkenceyê kuşt, ji aliyê çeteyên Sûltan Mûrat ve hatine berdan û di ser re dayika wî sûcdar kirine.