Operasyona Reqa: 40 çete hatin kuştin
Li taxên Rewda û Reqaya Berê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyan de şerekî dijwar diqewime. Di şer de 40 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Li taxên Rewda û Reqaya Berê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyan de şerekî dijwar diqewime. Di şer de 40 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Pêşveçûnên şervanên QSD'ê yên li taxên Reqayê didome. Di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de li taxa Rewda ya dikeve bakurê rojhilatê Reqayê û Reqaya Berê ya dikeve aliyê rojhilat, şerê dijwar rû dan. Di encamê de 40 çete hatin kuştin û bi deha cenazyê çeteyan li qada şer man.
Li herêmê şer didome.