ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şervanên QSD’ê sivîl birin qadên ewle
Sivîlên ku ev nêzî mehekê ye li taxa Deriyê yê li rojavayê Reqayê asê mabûn ji hêla şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin. -
Di êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê de 17 çete hatin kuştin
Hêzên Şoreşger û şervanên YPG-YPJ’ê bersiv dane artêşa Tirk û çeteyên wê. Di şer de 17 çete hatin kuştin û 7 çete birîndar bûn. -
YPG nasnameya 3 şervanên şehîd ragihand
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên ku di Pêngava Rizgarkirinê ya Reqa û Efrînê de, di navbera 14-15’ê T ebaxa 2017’an şehîd bûne, ragihand. -
Li Reqayê roja 73’emîn: Bi dehan çete hatin kuştin
Li 6 taxên Reqayê ji duh nîvro ve şer didome, di vî şerî de 78 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 30 cenaze ketin destê şervanan. -
Li Reqayê 300 sivîl hatin rizgarkirin
Tîmên Taybet ên QSD’ê di seatên sibehê de 10 zarokên birîndar jî di nav de nêzî 300 sivîlên ku çeteyên DAIŞʹê ew di bajar de girtibûn rizgar kirin. -
YPG’ê bîlançoya êrîşên 7 rojan yên artêşa Tirk a dagirker eşkere kir
YPG’ê bi bîlançoya 7 rojan, êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin eşkere kir. -
Di dorpêça Reqayê de rojek bi şervanên QSD’ê re
Li Reqayê destana hevrêtiya bêhempa û fedekariyê ya ku bi yekîtiya mezin a şervanên Kurd û Ereb ava bûye tê nivîsîn. -
Cenazeyê Şehîd Lewend Ararat hat veşartin
Li Kantona Qamişlo, cenazeyê şervanê YPG`ê Lewend Ararat ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşartin. -
Li Minbic û Hesekê cenazeyên şehîdên Reqayê hatin spartina axê
Bi sedan welatiyên Minbic û Hesekê cenazeyê 9 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmeke bi heybet ve li Goristana Şehîdan a Minbic û Goristana Şehîd Dijwar spartin axê. -
Cenazeyên 3 şehîdên Reqayê li Tirbêspiyê hatin veşartin
Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û Til Hemîs cenazeyê 3 şervanên YPG`ê Mihemed Ehmed Xelef (Dijwar Tenwîriyê), Îbrahîm Ehmed Elûş (Tîrêj Qamişlo) û Samir Hisên ê ji herêma Til Hemîsê, li Goristana Şehîd Dilşêr a Tirbespiyê veşartin. -
NÛ BÛ-Artêşa Tirk gundên Efrînê û Şehbayê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku gundê Qestel Cendo, Baflûne û Mirêmîn ên girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê, bi çekên giran topbaran kirin û şûnde, herêma Kantona Şehbayê jî dan ber topan. -
Li Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Hisên hat veşartin
Bi sedan welatiyên Tebqa û rûspiyên herêmê cenazeyê şervanê QSD`ê Ednan Hisên veşartin. Her wiha nasnameya şehîdekê jî hate eşkerekirin. -
Hêzên Erka Xweparastinê Nasnameya şehîdekî eşkere kir
Hêzên Erka Xweparastinê ya Federasyona Bakûrê Sûriyeyê diyar kir ku şervanekî wan di encama teqîneke bi wesayita wî de şehîd bûye. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Azad Erîş li Şedadê hate veşartin
Welatiyên Şedadê cenazeyê tekoşerê YPG`ê Husam Ebîd li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê veşartin. -
Artêşa Tirk a dagirker top avêtin malên Efrînê
Artêşa Tirk a dagirker şevê dî top avêtin gundên Herêma Efrînê. Di encamê de ziyan gihaşte mal û milkên gel. -
YPG nasnameya 7 şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqayê ragihand
YPG’ê bi daxuyaniye nivîskî nasnameya 7 şervanên xwe yên ku di navbera 7-13’ê Tebaxê de di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne ragihand. -
Li Dêrikê 15 Tebaxê hat pîrozkirin
Li Bajarê Dêrikê bi dirûşmeya 'Bi Giyanê 15'ê Tebaxê azadiya Rêber Apo mîsoger bikin' salvegera 33’yan a vejînê, ya Pêngava 15 Tebaxê bi mîtîngeke girseyî hat pîrozkirin. -
Li Reqayê 46 çete hatin kuştin
Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya bi pêşengiya şervanên YPG, YPJ û QSD’ê didome, şervan her bi pêş ve diçin û dor li çeteyên DAIŞ’ê teng dibe. -
Fermandarê TKP/ML-TÎKKO yê Rojava Ozanyan şehîd bû
Komîteya Partiyê ya Rojhilata Navîn a TKP/ML ragihand, Fermandarê TKP/ML-TÎKKO yê Rojava Nûbar Ozanyan bi nasnav Orhan Bakirciyan, roja 14'ê Tebaxê şehîd bûye. -
Cenazeyê 2 şehîdên Reqayê hatin veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Sînan Serêkaniyê û Dilşêr bi merasîmekê li herêma Til Temir a Kantona Hesekê hatin veşartin. -
YPG'ê nasnameya 6 cangoriyên azadiyê eşkere kir
YPG'ê nasnameya 6 şervanên ji 10 heta 13'ê Tebaxê li Reqayê di pêngava rizgarkirinê de şehîd bûn, eşkere kir. -
MSD'ê salvegera rizgariya Minbicê pîroz kir
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), yekemîn salvegera rizgariya Minbicê pîroz kir. -
Li çar aliyên Reqayê şer giran e
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li gelek cihên bajarê Reqayê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin. Di şer de bi dehan çete hatin kuştin. -
Minbicê rengê reş û tarî ji ser xwe avêt
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Minbicê Zeynep Qenber got, Minbic a ku ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar bû, di nava salekê de ew rengê reş û tarî ji ser xwe avêt û jiyan ji nû ve ava kir. -
Serfiraziya li dora teyfikek savar – ÇAVDÊRÎ
Pêngava Rizgarkirina Reqayê 70 roj in didome û ber bi dawiyê ve diçe. Ji destpêkirina pêngavê û heta niha ji bo bicihanîna pêdiviyên lojîstîkê yên bi hezaran şervanên QSD'ê gelek hewldan tên kirin.