Şervanên QSD'ê li Reqayê sed sîvîl rizgar kirin
Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD'ê li taxa Rewda ya ku dikeve rojhilat-bakurê Reqayê 100 sivîl rizgar kirin.
Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD'ê li taxa Rewda ya ku dikeve rojhilat-bakurê Reqayê 100 sivîl rizgar kirin.
Şervanên QSDʹê rojan e bi dehan welatiyên sivîl ji taxên Reqayê rizgar dikin. Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSDʹê îro di saetên sibê de 100 sivîlên din jî ji taxa Rewda rizgar kirin.
Di nava sivîlan de birîndar û hin kesên ku ji aliyê çeteyên DAIŞʹê ve hatibû êşkencekirin jî hebûn.
Şervanên QSDʹê sivîlên birîndar rakirin nexweşxaneyan û sivîlên din jî birin cihên bi ewle.