Li Marsîlyayê nûnerên civaka Kurd ji bo çareseriya demokratîk li hev civiyan
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi civînekî berfireh perspektîfa çareseriya demokratîk a Rêber Apo hate nîqaşkirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi civînekî berfireh perspektîfa çareseriya demokratîk a Rêber Apo hate nîqaşkirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê di çarçoveya perspektîfa çareseriya demokratîk a Rêber Apo de civînekî berfireh hate lidarxistin. Di civînê de rûspiyên civaka Kurd û nûnerên dîasporaya Kurd a Ewropayê li hev civiyan.
Hevseroka Kongreya Civaka Kurd a Demokraîtk a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut û endamê Dîwana Hevserokatiyê KCDK-E’yê Murat Ceylan tevlî civînê bûn.
ZUMRUT: TECRÎD TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN REHÎN DIGRE
Zubeyde Zumrut di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda Îmraliyê ya li ser Rêber Apo û diyar kir ku ev îzolasyon ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî astengiyekî mezin li pêşiya çareseriya demokratîk çêdike.
Zumrut got, “Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan, bêşa pêş a avakirina komarekî demokratîk e.”
CEYLAN: FESIHKIRINA PKK’Ê DESTPÊKEK NÛ YE
Endamê Dîwana Hevserokatiyê KCDK-E’yê Murat Ceylan jî di axaftina xwe de diyar kir ku fesihkirina PKK’ê ne dawîyek e, lê îşaret bi pêvajoyekî nû ya bi armanca demokratîkbûna Rojhilata Navîn dike.
Ceylan diyar kir ku modela ku Rêber Apo pêş xist, ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan zemîna aştî û pekve jiyanê ye. Ceylan destnîşan kir ku divê li hemberî provokasyonên êrîşên hewayî yên li ser herêmên gerîla baldar bin.
Beşdaran diyarkirin ku Rêber Apo ji bo wan rênîşanderê jiyanê ye û gotin ew ê têkoşînê bidomînin.
Civîn bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.