Jinên Dêra Zorê: Tenê QSD dikare me ji çeteyan biparêze
Jinên Dêra Zorê ku ji DAIŞ’ê reviyan û xwe gihandine herêmê ewle gotin, "QSD rûmeta me ye. Çawa ku QSD Reqa rizgar kir, em bawer dikin ku Dêra Zorê jî ji çeteyan rizgar bike."
Jinên Dêra Zorê ku ji DAIŞ’ê reviyan û xwe gihandine herêmê ewle gotin, "QSD rûmeta me ye. Çawa ku QSD Reqa rizgar kir, em bawer dikin ku Dêra Zorê jî ji çeteyan rizgar bike."
Operasyona Rizgarkirina Reqayê di roja 83’an de ye. Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsiv di daxuyaniya dawî de amaje pê kir ku pêngaveke din dibe ku bi ser Dêra Zorê de be, ku di destê DAIŞ’ê de ye. Her wiha Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewle jî ji Reutersê re axivî û got ji bo ku Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin ew ê operasyonê bidin destpêkirin. Jinên Dêra Zorê jî bi hêviya wê rojê ne ku Dêra Zor ji hêla hêzên QSD’ê ve were rizgarkirin. Yek ji van jinan jî Foza Ehmed e ku beriya bi 3 salan bi zaroka xwe re ji DAIŞ’ê reviyabû û li gundê Til Necma ya Til Temirê bi cih bûbû.
'ME MIRINA XWE BI ÇAVÊ XWE DÎT'
Foza Ehmed behsa wan rojan dike, dema ku bajar ketî dest DAIŞ’ê. Ehmed dibêje, nedihiştin ku bi serbestî karê xwe jî bikin û got: "Çeteyan li ber çavê me û zarokan mirov parçe dikirin. Hemû tişt bihayê wê zêde dibû û gelek tişt me bi dest nedixistin. Ji hêlekê ve çeteyan şertên giran li ser me ferz dikirin. Li bara wan dest û piyên me girêdayîbûn. Heke me tiştek bigota êşkence li me dikirin. Me mirina xwe bi çavê xwe didît. Çeteyan her tişt li me qedexe kiribûn. Çixare jî qedexe bû û kê çixare vexwara destê wan dihate jêkirin. Televizyon jî qedexe bû."
'BI ZORÊ ME XWE XILAS KIR'
Ehmed dibêje herî pir rewşa jinan giran bû û didomîne, "Bi taybetî jinan tundî û êşkence didîtin. Cilên rengîn qedexe bûn. Li Dêra Zorê jineke ku çarşefa reş lêbû û nanê xwe li tenûrê dida li ber çavê me şewitî û me nikarîbû tiştekî bikin. Keça min li Dêra Zorê ma. Nikarîbû ji wir derkeve. Em jî bi zorê xilas bûn. Ev bûne 3 sal min ti agahî ji keça xwe nestandiye."
Ehmed herî dawî got, ew bi hêviya wê rojê ne ku Dêra Zor bi destê QSD’ê were rizgarkirin.
'TENÊ QSD DIKARE ME RIZGAR BIKE'
Malbata Helîma Îsa jî li Dêra Zorê ye. Helîma behsa xwe û malbata xwe dike: "Malbata min ji Dêra Zorê ye. Ez li gundê Şemoka ya Kantona Hesekê zewicîm û niha li Şemoka dijîm. Ev 4 sal in ji malbata xwe dûr im, min ew nedîtine. Gelek caran hewl dan ku ji wir xilas bibin lê çeteyan nehiştin. Beriya bi 3 salan xeber ji min re hat û gotin diya te miriye. Ez pir pê êşiyam, dîtina diya min ji min re bû hesret. Tenê QSD dikare me ji çeteyan xilas bike. QSD çawa Reqa rizgar kir em dixwazin Dêra Zorê jî rizgar bike. Hêviya me tenê QSD ye."