Cenazeyê 3 şervanên QSD'ê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Tebqa û gundewarên wê cenazeyê 3 şervanên QSD'ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Tebqa û gundewarên wê cenazeyê 3 şervanên QSD'ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê veşartin.
Welatiyên bajarê Tebqa û gundewarên wê cenazeyê şervanên QSD'ê Mihemed Îbrahîm (Zilzal), Ela Ehmed (Heqî) û Ebdulrehîm Hisên (Ebdulrehîm) ji Kantona Kobanê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ketin rê û êvarî gihiştin bajarê Tebqayê. Karwana wesayîtan li ser bendava Firatê ya dikeve ketina bakurê bajêr, ji aliyê bi sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin.
Cenazeyên têkoşeran bi dirûşmeyên 'Bi can bi xwîn, em bi te re ey şehîd' derbasî goristanê hatin kirin. Li goristanê ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê û Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Meclîsa Lihevanînê ya êlan Fewaz Bêk axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrîn û Şehbayê şermezar kir.
Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên 'Bi can bi xwîn, em bi te re ey şehîd' li goristanê hatin veşartin.