ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Bagera Cizîrê' wê çi bi xwe re bîne? -ANALÎZ
Bêguman bi temambûna vê pêngavê û gihandina encama wê rêjeyek mezin ji xaka Sûriyê têkeve bin kontrola QSD'ê. Ev jî tê wê wateyê ku ev hêz di avakirina Sûriya nû de wê aktoreke sereke be. -
Bernameya hilbijartinê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê
Li herêmên Federasyona Bakurê Sûriyeyê coşa hilbijartinên federasyonê heye, ku ji 3 qonaxan pêk tên û wê 22'ê Îlonê bi hilbijartina hevserokên komînan dest pê bikin. -
Cenazeyên 5 şehîdan bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Welatiyên bajarê bajarê Hesekê ya Herêma Cizîrê, cenazeyê 5 şehîdên YPG û Asayîşê bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawîdiyê veşartin. -
Li Reqayê şervanên QSD’ê pêşve diçin: 30 çete hatin kuştin
Şervanên QSD’ê li 3 taxên Reqayê bi bêş ve diçin. Di şerê hê jî li her 3 taxan dewam dike de 30 çete hatin kuştin. -
Meclîsa Sivîl a Reqa: Xwe ji navendê DAIŞ’ê dûr bigirin
Meclîsa Sivîl a Reqayê bi daxuyaniyekê bang li welatiyên li Reqayê kir ku xwe ji navnedên çeteyên DAIŞ’ê û herêmên şer dûr bigirin. -
Cenazeyê şehîd Ebû Zeyneb hate veşartin
Bi dehan welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyê şehîd Ebas Siwêd (Ebû Zeyneb) ê ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibû, li Goristana şehîdan a bajarê Tebqayê, veşartin. -
YPG’ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 8 şervanên xwe yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, ragihand. -
Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê Pêngava 'Bagera Cizîrê' ragihand
Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê ragihand ku ji bo rizgarkirina rojhilatê Firatê û paqijkirina bejahiya rojhilat a Dêra Zorê, Pêngava 'Bagera Cizîrê' dest pê kiriye. -
Şervanên QSDʹê dadgeha giştî ya Reqayê rizgar kirin
Şervanên QSDʹê avahiya Qesir El-Edlî (dadgeha giştî) ya li navenda bajarê Reqayê rizgar kirin. Di şer de emîrek (serçete) jî di nav de 17 çete hatin kuştin. -
YPG’ê encama êrîş û binpêkirinên 7 rojan eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî encamên êrîş û binpêkirinên 7 rojan yên artêşa Tirk û çeteyên wê ragihand. YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk koçberekî ji Reqayê qetil kir. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê Şera bombe dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şera ya Kantona Efrînê, bombe dike. -
Li Girê Spî cenazeyên du şehîdan hatin veşartin
Li Girê Spî cenazeyên Mazin Şiblî û Reşîd Xelîl ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Mehmûd Tume hatin veşartin. -
Li rojhilat û rojavayê Reqayê şer, 39 çete hatin kuştin
Di şerê li taxên Nûr û Mensûr de 39 çete hatin kuştin û çeteyek ji sax hate girtin. -
Cenazeyên 5 şehîdan li Tebqayê hatin veşartin
Welatiyên Tebqa, Cirniyê, Mehmûdlî û Ceberê cenazeyên 5 şervanên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin. -
‘’Reqa bi wê bêdengiya xwe ya zana bejna xwe li ber alaya YPG’ê ditewîne!’’
‘’Kelecanî ne. Şanaz in. Serfiraz in. Di meşa wan de kelecanî, şanazî, serfiraziya wan heye. Ji bo vê bi her gavê re ew rengê jiyanê didine wê kuçeya ku mirin jê difûre.’’ -
'YPJ li Reqayê bi rista pêşeng radibe'
Şervana YPJ'ê Sarîna Bêrîtan li ser rista jinê ya di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de axivî û got, "YPJ li Reqayê bi rista pêşengtiya civakê rabûye". Bêrîtan destnîşa kir, ku ew dixwazin vê pêşengbûna xwe qeyîmtir bikin. -
Zanîngeha Reqayê êdî azad e!
Li Reqayê, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) lê serdest e, zanîngeha bajêr hate rizgarkirin. Zanîngeh ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû girtin û piştî 5 salan şervanên YPJ'ê ketin nava zanîngehê. -
Çeteyên ku Şehba dagir kirine bi hev ketin
Li bajarokê Exterîn ê Şehbayê, çeteyên Sûltan Mûrat û Firka Hamza dîsa bi hev ketin. Tê gotin, ji ber ku koma Sûltan Mûrat a li ber dilê dewleta Tirk xwest li herêmê serdest bibe, ev şer qewimiye. -
Li Minbic û Tirbespiyê cenazeyên 9 şehîdan hatin veşartin
Li Minbi û Tirbespiyê cenazeyên 9 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan a Minbicê û Goristana Şehîd Dilşêr hatin veşartin. -
Cenazeyê 4 şehîdên Reqayê li Qamişlo hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên Kantona Qamişalo beşdarî merasîma cenazeyên Endamê Hêzên Asayîşê Remedan Şemdîn û şervanên YPG′ê Xesan Hacirî (Lezgîn Qamişlo), Cemal Murad Hesen (Raman Qamişlo), Ronî Ridwan Silêman (Seydo Qamişlo) ên li Reqayê şehîd bibûn, bûn. -
YPG’ê nasnameya 7 şervanan eşkere kir
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 7 şervanên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqa yên dîrokên 19’ê Tebax heta 5’ê Îlonê de şehîd bûne, eşkere kir. -
Cenazeyên 4 şehîdan li Kerameyê hatin veşartin
Cenazeyên 4 şervanên QSD'ê yên li Reqayê di pêngava rizgarkirina bajêr de şehîd bûn, li bajarokê Kerameyê yê Reqayê hatin veşartin. -
Li kampa Eyn Îsayê amadekarî ji bo zivistanê tê kirin
Li kampa Eyn Îsayê, ku bi deh hezaran penaber lê vehewiyane, ji bo koçber mexdûr nebin amadekarî ji zivistanê re tê kirin. Hevserokê kampê Eyaş got, pêwîstiya wan bi doktoran heye. -
Li sê taxên Reqayê şer giran e: 11 çete hatin kuştin
Li taxên Emîn, Nehda û Tekene yên Reqayê şerekî giran diqewime. Di vî şerî de 11 çete hatin kuştin. Şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin. -
Cêwiyên ji Reqayê ji bo rizgarkirina bajarê xwe şer dikin
Cêwiyên ji Reqayê Kerwan û Weysî, sala 2013'an bi destpêkirina şerê Reqayê re koçî Serêkaniyê kirin. Niha jî tevî bavê xwe yê YPG'yî ji bo rizgarkirina Reqayê şer dikin.