Cenazeyên 7 şehîdan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyên 7 cangoriyên têkoşîna azadiyê, li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hatin veşartin.
Cenazeyên 7 cangoriyên têkoşîna azadiyê, li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hatin veşartin.
Girseya gel cenazeyên 7 cangoriyên azadiyê Elî Seyid Elî (Egîd), Ela Elî (Rojhat), Mûsa Xidir (Delîl Hesekê), Ilyas Xidir Mihemed (Egîd Hesekê), Ismaîl Mehmûd (Esed Amed), Remedan Mensûr Kirêş (Şervan Hesekê) û Kînan Mehmûd ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karwanekî ji wesayitan bir goristanê.
Şervanên YPG'ê û Hêzên Xweparastinê darbestên hevalên xwe hildan ser milan û derbasî goristanê bûn. Li goristanê merasîmeke leşkerî pêk hat.
Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bengî Badînî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Badînî bal kişand ser rola şehîdan di avakirina jiyaneke azad û bi rûmet de. Her wiha bang li gelê herêmê kir ku piştgiriya şervanên azadiyê yên di çeperên şer de ne bikin
Yek ji fermandarên YPG'ê Zekî Kobanê jî axivî, serketinên bi xwîna cangoriyên azadiyê hatine bidestxistin, li gelên herêmê pîroz kir û da zanîn ku ew bi şehîdên xwe serbilind in.
Her wiha endama Rêveberiya Kongreya Star Şêrîn Oso jî bal kişand ser pêvajoya dîrokî ya ku herêm tê de ye got, wê bi xwîna şehîdan paşerojeke xweş ji nifşên nû re were hiştin.
Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeya "Şehîd namirin" de hatin veşartin.