BI DÎMEN

Li Cenevreyê civîna gel

Civînên gel ku li seranserê Swîsreyê li ser bingeha paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo hatin destpêkirin, bi baskê Cenevreyê dewam kir.

Civînên ku ji bo xurtkirina xwerêxistinbûna civakê tên lidarxistin, armanc dike ku ji têkoşîna azadiyê re lezek nû bide qezenckirin.

Civîna ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-Ge) hate lidarxistin, li salona konferansê ya Mahatma Gandhî bi tevlîbûna zêde ya gel hate lidarxistin. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre siyasetmedar Rûşen Tûtkû mafê axaftinê girt. Tûtkû bal kişand ser hawirdora şer û krîzê ya bitebeqe û diyar kir xeta çareseriyê ya demokratîk ku Rêber Apo wekî “rêya sêyemîn” bi nav dike, ji bo gelan wekî rêya derketinê ya herî rewa nirxand.

Tûtkû di axaftina xwe de got, “Civak encax wê bi kesayetên azad pêş bikeve” û avakirina neteweya demokratîk wekî erkekî stratejîk bi nav kir. Tûtkû li dijî gefa şer a li xeta Îsraîl-Îranê mezin dibe, destnîşan kir ku divê gelê Kurd bi berpirsyariya dîrokî tevbigere.

Di civînê de li ser metna perspektîfê ku Rêber Apo di çarçoveya pêvajoya Kongreya 12’emîn de pêşkêş kir, bernameyên perwerdeya nû û rêxistinbûnê bi raya giştî re hate parvekirin. Li ser pêşengiya ciwan û jinan nêrînên hevpar hatin diyarkirin.

Rojevek din ê civînê jî belavkirina rêxistinbûna cewherî ya rasterast bi beşdarbûna gel bû. Beşdaran destnîşankirin ku divê gelê Kurd di pêvajoya aştî û çareseriyê de bibe kirdeyekî siyasî ya bibandor.

Civîn piştî pêşkêşiyan bi beşa pirs-bersiv bi dawî bû.