Li Mannheimê ji bo şehîd Tofan şîn hate danîn

Ji bo Tofan (Evdulrahman Çete) ku sala 1996’an di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de li herêma Herkî ya Zagrosê şehîd bû, li bajarê Mannheim ê Elmanyayê şînekî bi girseyî hate lidarxistin.

ŞEHÎD TOFAN

Şîn ji aliyê malbata şehîd û derdora wî ya nêz ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate organîzekirin.

Tofan ê ku di sala 1976’an de li navçeya Eruh ê Sêrtê ji dayik bû, di sala 1991’an de tevlî refên PKK’ê bû û di 2’ê Tebaxa 1996’an de li Zagorsê şehîd bû. Şîna ji bo Tofan ku agahiya şehadeta wî piştî salên dirêj gihişt malbata wî, bi tevlîbûna welatparêzên Kurd û dostên wan pêk hat.

Di salona şînê de wêneyên şehîd Tofan, Delîl Temel, Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û alên TJK-E’yê ve hate xemilandin. Di salonê de posterê Rêber Apo jî balê kişand.

Şîn ji aliyê bavê şehîd Tofan û kurmamê wî ve hate qebûlkirin. Bavê şehîd axaftinekî kurt kir û wiha got: “Tofan ne tenê kurê min e, şehîdê tevahiya gelê Kurd e. Bila serê Rêber Apo sax be.”

Di banga dema torenê de hate ragihandin ku di rojên pêş de wê ji bo bîranîna şehîd Tofan bîranînekî taybet were lidarxistin.