Di navbera artêşa Tirk a zêdegavî kir û YPG'ê de şer diqewime

Ji ber zêdegaviya artêşa Tirk a dagirker a li rojavayê bajarê Kobanê, ku ji sînor derbas bû, YPG/YPJ'ê bersiv dan û şer derket. Şerê li vir dewam dike.

Ji ber zêdegaviya artêşa Tirk a dagirker a li rojavayê bajarê Kobanê, ku ji sînor derbas bû, YPG/YPJ'ê bersiv dan û şer derket. Şerê li vir dewam dike

Li gorî nûçeya ANHA'yê, artêşa Tirk a dagirker tevî çekên giran û alavên leşkerî li gundê Boban ê bi 15 kîlometreyan li rojavayê bajarê Kobanê ye, saet di 11:30 de ji sînor derbas bû. Li ser vê yekê şervanên YPG/YPJ'ê dest li vê zêdegaviyê werdan û mafê xwe yê parastina rewa bi kar anîn.

Tê gotin, li nêzî gundê Bobanê şer di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de qewimî û ev şer dewam dike.