Cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Mihemed hate veşartin

Welatiyên hêr^ma Efrînê cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Mihemed Mihemde ku di encama nexweşiya pênçeşêrê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan welatiyên  herêma Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avirîn a Kantona Efrînê kom bûn, alên Hêzên Asayîşê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdan û Rêbertiyê hildan.

Girseya gel cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Mihemed Mihemed ku 25′ê Tebaxê di encama nexweşiya penceşêrê de jiyana xwe ji dest dabû wergirtin û  ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ve ketin rê.

Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin.. Piştre Serokê Desteya Hundirîn Hesen Beyrem, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Efrînê Egîd Cefer û Seroka Desteya Kar û Barên Civakî Erîfe Bekir, axivîn.

Di axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û hat zanîn ku têkoşer Mihemed ji destpêka şoreşa Rojava ve, beşdarî qadên berxwedanê bû û heta hinasên dawî welatê xwe diparast.

Her wiha bang li welatiyên herêmê kirin ku beşdarî hilbijartinên Komînan bibin, nûnerên xwe hilbijêrin, da xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin û armancên wan pêk bînin.

Di dawiyê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava dirûşmeyên 'Şehîd namirin' de hat veşartin.