Li Minbicê cenazeyê Ferîc Ehmed hate veşartin

Welatiyên bajarê Minbic û gundewarên wê, cenazeyê şervanê Lîwa Tehrîr Firatê ya girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Remedan Ferîc Ehmed ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, veşartin.

Piştî ku cenazeyê şervanê Lîwa Therîr Firatê Remedan ji nexweşxaneya Firatê ya Minbicê hat wergirtin, bi karwaneke wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîdan a Minbicê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşekerî ve destpê kir. Di merasîmê de Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Nezîfe Xilo, Endamê Meclîsa Zagonsaz Qasim Remo, Hevserokê Komîteya Têkiliyên Derve Elî El-Cemîlî, Hevserokê Komîteya Hundirîn Ebdo Mustefa û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, amade bûn.

Her wiha Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Kefa Elî, Fermandarê Lîwa Cind El-Heremîn Îbrahîm El-Benawî, bi navê Rêveberiya Minbicê Elî El-Cemîlî û birayê têkoşer Miyser Ehmed di merasîmê de axivin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata têkoşer re xwestin û soza şopandina li ser rêya şehîd careke din nû kirin.

Birayê têkoşer ku şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye, soza tolhildanê ta rizgarkirina Bakurê Sûriye da.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Fatime El-Diba nasnameya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşim û tilîliyên dayikan ve hate veşartin.