Şervanên QSD'ê li Reqayê bi pêş ve diçin: 25 çete hatin kuştin

Li sê taxên Reqayê, ji duh bi şev û vir ve şerekî giran diqewime. Heta niha 25 çete hatine kuştin. Şervan her bi pêş ve diçin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 84'an de ye. Di vê çarçoveyê de, li taxa bajarê kevn a li rojhilatê Reqayê, di şer de ku hê dewam dike 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Şervan her bi pêş ve diçin.

Li taxa Mirur a navenda bajarê Reqayê jî, ji şevê din û vir ve şer diqewime. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê derê 5 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD'ê li taxa Nehda ya li aliyê rojavayê Reqayê jî bi pêş ve diçin û hin nuqte rizgar kirin. Li vir jî di şer de heta niha 7 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.