Dewreya Perwerdeyê ya Hêzên Taybet a Tûgayên YPG’ê bi dawî bû

Dewreya perwerdeyê ya hêzên taybet a bi beşdarbûna 250 şervanên ji tûgayên YPG’ê pêk dihat, bi merasîmekê li Girkê Legê bi dawî bû.

Di merasîma dewreya perwerdeyê ya bi nave”Şehîd Bawer Întîqam”de, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Abdullkerîm Saroxan, Hevseroka Desteya Darayî Remziye Mihemed, Hevserokên Desteya Parastinê Rêzan Gulo û Xalîse Hesen, Fermandarên Focên Leşkerî û şervanên YPG û YPJ`ê, amade bûn.

Dewreya perwerdeyê ku du mehan dewam kir, şervan li ser waneyên birdozî û leşkerî, perwerde dîtin.

Merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê ve hate destpêkirin. Piştre jî şervanan merasîmekî leşkerî lidar xistin. Abdulkerîm Saroxn axivî û dawîbûna perwerdeyê li şervanan û gelên herêmê pîroz kir û îşaret bi pêdiviya Rojava bi hêzeke xurt a parastinê heye, kir.

Saroxan destnîşan kir ku bi avabûna hêzeke leşkerî ji ciwanên herêmê, wê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bê bersiv nemîne.

Merasîma dawîbûna perwerdeyê bi gerandina govendê û berizkirina diruşmeyan ve bi dawî bû.