Li Reqayê 27 çete hatin kuştin
Li taxên li navenda bajarê Reqayê şer giran e. Duh êvarê di şer de 27 çete hatin kuştin, ku 7 ji van sekvan in.
Li taxên li navenda bajarê Reqayê şer giran e. Duh êvarê di şer de 27 çete hatin kuştin, ku 7 ji van sekvan in.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê li navenda bajêr dewam dike. Duh êvarê li taxa Reqa Kevn şerekî dijwar qewimî û di encamê de 15 çete hatin kuştin ku 4 jê sekvan in. Şer dewam dike.
Li taxa Nehda ya li rojavayê bajêr jî, di şer de 12 çete hatin kuştin. 3 ji van çeteyan, sekvan in.
Li heman eniyê li taxa Mirurê jî şer qewimî, lê li ser encamên wê agahiyeke zelal bi dest neket.