Li Efrînê rêze çalakî: Gelek leşker û çete hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ'ê di qonaxa duyemîn a Berxwedana serdemê de li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete hin çalakî kirin. Di çalakiyan de gelek leşker û çete hatin kuştin.
Şervanên YPG/YPJ'ê di qonaxa duyemîn a Berxwedana serdemê de li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete hin çalakî kirin. Di çalakiyan de gelek leşker û çete hatin kuştin.
Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê dewam dike. Şervanên YPG/YPJ'ê li Efrînê hin çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de gelek leşker û çete hatin kuştin.
Çalakiya destpêkê ya şervanên YPG/YPJ'ê li gundê Tirindê hate lidarxistin ku bi kîlometreyekê dûrî Efrînê ye. Li benda kontrolê ya li pêşiya gund teqînek çêbû û gelek çeteyên Tirk ên ser bi Lîwa El-Şemal El Sûrî û Tûgaya 23'an hatin kuştin.
Hêzên YPG û YPJ'ê li Çiyayê Ehlamê jî li wesayiteke leşkerî xistin û wesayit îmha kirin. Di vê çalakiyê de jî gelek çete hatin kuştin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku balafirên şer ên Tirk li ser herêma çalakiyên firiyane. Artêşa Tirk a dagirker topan li bejahiya navçeya Şêrawa û Çiyayê Ehlam dibarînin.
Tê gotin, Navenda Ragihandinê ya YPG'ê wê li ser çalakiyan daxuyaniyekê bidin.