Li Reqayê teqîn
Li bajarê Reqa yê Bakurê Sûriyeyê ji ber teqînekê hin welatî birîndar bûn.
Li bajarê Reqa yê Bakurê Sûriyeyê ji ber teqînekê hin welatî birîndar bûn.
Teqîn li nêzî stada Eswed a li navenda bajarê Reqayê pêk hat. Dema mînîbusek di rê derbas dibû, mayin hate teqandin.
Tê gotin, ji ber teqînê hin welatî birîndar bûne. Li ser bûyerê hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.