Hejmara mirovên ji Îdlibê direvin zêde dibe

Amadekariyên rejîma Sûriyeyê yên ji bo operasyoneke li Îdlibê ku çeteyên dewleta Tirk lê ne, dewam dikin. Hejmara mirovên ji bajêr direvin roj bi roj zêde dibe. Tê gotin ku gelek kes reviyane Heleb û Efrînê.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku ji êvara Çarşemê heta sibeha Pêncşemê gundiyên li başûrê rojhilat ê Îdlibê ber bi Heleb û Efrînê ve reviyane.

Midûrê saziyê Ramî Abdul Rahman ji AFP'ê re got, "Diçin rojavayê wîlayeta Helebê û herêma Efrînê." Hate ragihandin ku tenê ji êvara Çarşemê heta sibeha Pêncşemê nêzî 180 malbat reviyane.

Rejîma Sûriyeyê danê vê sibehê top avêt başûrê rojhilat ê Îdlibê. Li gorî saziya çavdêriya mafên mirovan, 6 kes birîndar bûn.

LI GORÎ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ, OPERASYON DIBE KU 10'Ê ÎLONÊ DEST PÊ BIKE

Neteweyên Yekbûyî û hêzên rojavayî bi fikar in ku operasyoneke gengaz rê li ber felaketeke nû ya însanî veke.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku nêzî 800 hezar mirov dikarin ji cih û warê xwe bibin. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra got, operasyon dibe ku 10'ê Îlonê dest pê bike.

Eger ev daxuyaniye Mîstûra rast be, operasyon wê piştî civîna bilind a 7'ê Îlonê ya navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê dest pê bike. Di rojeva civîna bilind de ku wê li Îranê pêk were, mijara Îdlibê heye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî 3 milyon mirov li herêma Îdlibê ne. Nîvê van ji herêmên din hatine. Tê texmînkirin ku bi destpêkirina operasyonê re şêniyên herêma Îdlibê wê ber bi Tirkiyeyê ve birevin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku roja Înê li ser Îdlibê bicive.