Çeteyên Tirk li Efrînê 2 birayên Êzidî revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê du birayên Êzidî revandin. Xizmên her du birayên hatibûn revandin beriya niha ji aliyê çeteyan ve hatibû qetilkirin.

Çeteyên Ceyş El Îslam ên dewleta Tırk a dagirker li Efrînê du birayên Êzidî  revandin. Çeteyan îro avêtin ser maleke Êzidî ya li ser Rêya Tîrînde ya Efrînê. Di serdegirtina çeteyên Ceyş El Îslam a bi ser malê de girtin, birayên bi navê Ebdo Hamek ê 64 û Bahrî Hamke ê 60 salî revandin.

Xuşka Bahrî û Ebdo Hamke ya bi navê Fatma Hamke ya 66 salî 25’ê Hezîranê di necama bombeya çeteyên girêdayî dewleta Tirk a avêtî mala wan de jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha hevjînê Fatma Hamke beriya wê ji aliyê çeteyan ve ahtibû revandin û bihovane hatibû êşkencekirin.