YPG: Li Efrînê 4 çeteyên Lîwa el Şîmal hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şervanên wan li Efrînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakî kirin. Li gorî daxuyaniyê 4 çete hatin kuştin.

YPG'ê ragihand ku 3’yê Îlonê li gundê Meryamînê yê navçeya Şerayê li dijî wesayîteke leşkerî ya koma bi navê Lîwa El-Şîmal çalakiyek hate kirin û di vê çalakiyê de wesayît hatiye rûxandin û 4 çeteyên li nav wesayîtê hatine kuştin.

Navendê têkildarî mijarê ev agahî da:

"Di Çarçoveya Pêngava Duyemîn ya Berxwedana Serdemê de li Efrînê, hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomînin.

3’ê Îlonê hêzên me li gundê Meryemînê yê girêdayî navçeya Şera li dijî wesayîteke leşkerî ya girêdayî koma çete ya bi navê Lîwa el-Şîmal ku çar çete têde bûn çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de wesayît bi temamî hat rûxandin û her çar çete hatin kuştin.

Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne; Ebdilkerîm Şihade – Hums, Dîbo İsmaîl – Heleb, Omer Heşeş – Idlib, Mihemmed Mistefa – Minix.

Me di daxuyaniya xwe ya 4’ê Îlonê de ji raya giştî re ragihandibû ku di çalakiyên hêzên me yên ku 3’ê Îlonê li navenda bajarê Efrîn û gundewarên Şêrawa hatin lidarxistin û di encam de tevî serçeteyek 15 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatibûn kuştin. Hate piştrastkirin ku 4 kes ji van leşkerên artêşa Tirk a dagirker in.”