Rûsya: Artêşa Sûriyeyê xwe ji bo Îdlibê amade dike

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov diyar kir ku artêşa Sûriyeyê amadekariyan dike ku pirsgirêka 'terorîzmê' ya li herêma Îdlibê çareser bike.

Peskov du roj beriya civîna bilind a Tirkiye, Îran û Rûsyayê ya li ser Sûriyeyê daxuyanî da çapemeniyê û got, "Rewşa li Îdlibê ji bo Moskowa, Şam, Enqere û Tehranê hîn jî mijareke taybet a bi guman e."

Peskov got, "Em zanin ku hêzên çekdar ên Sûriyeyê xwe ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê amade dike."

Peskov diyar kir ku girêka nû ya terorîzmê li wir hate girêdan û ev yek rê li ber bê îstiqrariyê vedike. Peskov anî ziman ku 'hewldanên ji bo çareseriya siyasî-dîplomatîk ji ber vê girêkê naçin serî.

Berdevkê Kremlînê got, "Di vir de mijara bingehîn ew e ku ev der gefeke girîng li baregehên me yên leşkerî dixwe."

Li gorî Moskowayê, li dijî baregeha hewayî ya Rûs a Hmeîmîmê ya li wîlayet Lazkiyeyê, ji Îdlibê bi dehan dronan êrîş hatiye kirin.

Peskov got, "Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê qet şik û guman nîne."

Daxuyaniya Peskov piştî hişyariyên Serokê DYA'yê Donald Trûmp hat, ku Trûmp roja Duşemê di mijara Îdlibê de hişyarî da Sûriye, Îran û Rûsyayê.

Trûmp gotibû, "Operasyoneke bi vî rengî wê rê li ber trajediyeke însanî veke."

Berdevk Peskov got, "Hemû hişyariyên ku bêyî hesabkirina potansiyela metirsî û neyîniyan li ser Sûriyeyê tên kirin, tê wateya nêzîkatiyeke nehevgirtî."

Beriya daxuyaniay Peskov, di nûçeyan de hate ragihandin ku balafirên Rûs bombe li Îdlibê barandine.

Peskov der barê vê mijarê de jî got, "Li ser karê leşkerên me yên li wê derê agahiyeke min a operasyonî nîne. Pêşniyar dikim ku mijarên bi vî rengî bi Wezareta Parastinê (Rûsya) re bişêwirin."

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye diyar kiribû ku balafirên şer ên Rûs piştî 20 rojan bombe li Îdlibê barandine.

Peskov her wiha diyar kir ku meseleya Îdlibê wê yek ji mijarên rojeva civîna bilind a 7'ê Îlonê ya li Îranê be.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanê wê di çarçoveya pêvajoya Astanayê de careke din li hev rûnên.