Di roja aştiyê ya cîhanê de banga azadiya Ocalan
Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk li Şehbayê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk li Şehbayê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Tevgera Çand û Huera Demokatîk bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Kampa Serdem a Kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Li ser bingehê azadî, demokratîk û biratiya gelan û pirçandiyê mafê hemû gelan a çarenûsa xwe diyar bike ye.
Di roja me ya îro de hêzên dagirker ji bo tinekirina gelê Kurd, çand û hebûna wê bi her awayî êrîş dike. Bi siyasetekî qirêj a tinekirina gelan di serî de li dijî pêşengên wan êrîş dike. Bi vê boneyê Rêber Apo hatiye tecrîdkirin. Armanca vê tecrîdê jî ew e ku tinekirina Tevgera Azadiya Kurd û dîsa jî astengkirina projeya Netewa Demokatîk e.
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bang li hemû saziyên mafê mirovan, parêzvanên mafê mirovan û hemû gelan dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo bikevin nava hewldanan.”
Daxuyanî bi qîrkirina dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re bi dawî bû.