ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê werin şopandin.
Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan wê li civîna koma partiya xwe ya li meclîsê biaxive.
Şerê navbera Îsraîl û Îranê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
Rojnamevan-nivîskar Veysel Avci anî ziman ku aştî ne tenê meseleya Kurdan e û got, "Heta ku dewleta Tirk ji bo çareseriyê gavê neavêje wê aştiyeke mayinde pêk neyê."
Hakan Ozturk anî ziman ku meseleya komun a ku Rêber Apo di perspektîfa xwe de giranî da ser, divê cidî bê dîtin.
Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re çareserî ji pirsgirêka Kurd' ku bi meşên ji Amedê heta Stenbolê, grevên birçîbûnê û mîtîngan hate xurtkirin, bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo re mezin dibe û dewam dike.