Cenazeyê 3 şehîdan li Kobanê spartin axê

Bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê 3 şervanên YPG, YPJ û QSD’ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Cenazeyê şervana YPJ‘ê Nehîde Cuma (Amargî Tolhildan) a ji Dêra Zorê û şervanê QSD‘ê Farûq Mihemed (Dilgeş Kobanê) 2'yê Îlonê ji ber teqîna mayînên DAIŞ'ê û şervanê YPG‘ê Mihemed Xezal ê li herêma Firatê şehîd bibûn bi merasîmekê ya şervanên YPG/YPJ, QSD û Hêzên Ewlehiya Hundirîn li Goristana Şehîd Dicle ya li Kobanê spartin axê.

‘BI SAYA ŞEHÎDAN EM ARAM DIJÎN’

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir û piştre jî Hevserokê Desteya Parastinê yê Kantona Kobanê Ismat Şêx Hesen axivî û sersaxî ji malbatên her sê şehîdan xwest û got: "Em bi şehîdên xwe ji hemû herêman ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirin serbilind in. Bi sya fedekariya wan em niha jiyanek bi rûmet û jiyana hevbeş dijîn. Em soza şopandina rêya şehîdan didin."

‘BI HEMÛ RUHÎ WÊ EFRÎN WERE AZADKIRIN’

Endama Komîteya Têkiliyên Leşkerî yê YPG'ê Ebdo Çêlo jî sersaxî ji malbatên şehîdan û ji tevahiya gelê Bakurê Sûriyeyê xwest. Her wiha Ebdo bal kişnad li ser yekgirtina gelê herêmê li hember êrîşên çete û dagirkeran û destnîşan kir ku bi saya yekîtî û têkilbûna xwîna keç û xortên hemû gelên Bakurê Sûriyeyê, herêm ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bû û bi heman wê rûhî û yekîtî wê Efrîn ji dagirkera Tirk û çeteyên wê bê rizgarkirin. Di dawiyê de Ebdo soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Li ser navê Malbatên Şehîdan a herêma Reqayê Ibrahîm Abdulah axivî û qala rola şehîdan a di rizgarkirina gelên herêmê ji tarîtiya DAIŞ'ê de û avakirina civakek azad û demokratîk li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş kir.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdna hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ spartin axê.