Li Efrînê serçeteyekî DAIŞ'ê hate girtin

Yek ji serçeteyên DAÎŞ'ê Adil Mûsa Ebdilcezar bi operasyoneke taybet a hêzên YPG'ê li Efrînê hate girtin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya ‘Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de’ hêzên wan ên Antî-Terorê di operasyonekî taybet de serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Adil Musa Ebdilcezar bi saxî girtine.

Daxuyaniya YPG’ê wiha didome; "Têkoşîna me li hember rêxistina terorî DAIŞ’a ku weke rêxistina herî tundraw a dîrokê derket holê û bû belayê serê gelên Rojhilata Navîn û şoreşa Rojava û Bakûrê Sûriyeyê, bidestxistina serketiyên mezin re pêşve diçe. Em şer û tekoşîna ku ji bo parastina nirx û rûmeta mirovahî û gelê xwe dimeşînin de pêşveçûyîna DAIŞ’ê hatiye sekinandin, cîhên ku bi qirkirinê girtibû hatine rizgarkirin. Îro ev têkoşîna me bidestxistina serkeftinên girîng re berdewam dike."

YPG'ê diyar kir ku 11’ê Tebaxa 2018’an bi operasyonekî taybet a Yekîneyên Antî-Terorê yek ji serçeteyên DAIŞ’ê Adil Musa Ebdilzecar (Ebû Kerem) ku di pêvajoya dawî de navê Ebû Basir El Xezawî bikaraniye hatiye girtin. 

YPG'ê ragihand ku Ebû Kerem di xebatên istixbaratê de kar kiriye û li bajarên weke Bab, Hema, Heleb, Idlib, Reqa, Meyadîn, Tebqa û Dera’yê de erk girtiyee. YPG’ê got, Adil Musa Ebdilcezar di derheqê DAIŞ’ê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve jî dihat xwedîkirin û xurtkirin de gelek agahiyên girîng da.

YPG'ê herî dawî wiha got; "Adil Musa Ebdilcezar di encama operasyoneke serketî ya ji aliyê hêza me Yekîneyên Antî-Teror (Y.A.T.) ve hat lidarxistin de bi saxî hate girtin."