YPG: Di meha Tebaxê de 57 çete û leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê encama şer û berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya meha Tebaxê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê eşkere kir. YPG’ê ragihand ku di meha Tebaxê de 57 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastia Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya meha Tebaxê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê eşkere kir.

YPG’ê ragihand ku di meha Tebaxê de 57 çete û leşkerên Tirk hatine kuştin û 40 çete û leşker jî birîndar bûne.

 Daxuyaniya YPG’ê wiha didome;

 “Di meha Tebaxê de, li seranserê Rojava û û Bakûrê Sûriyê hêzên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin li her cîh û demê pêwîst bi erka xwe ya parastina xak, gelê herêmê û destkeftiyên şoreşê rabûne û berpirsiyartiyên xwe bi cîh anîne. Her wiha hêzên me YPG û YPJ li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker di asteke çalak û bi bandor de çalakiyên xwe domandine. Li gor vê, encamên şer û berxwedana meha Tebaxê wiha ye;

LI DIJÎ HÊZÊN DAGIRKER 18 ÇALAKÎ PÊK HATIN

Hêzên me li hember dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê 18 çalakiyên cûr be cûr pêk anîn. Di encama çalakiyên sabotaj, sekvanî, serdegirtin û kêmînan de;  57 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin ( Ji van 7 leşker, 2 serçete ne)  40 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker brîndar bûn  Di van çalakiyan de 5 AK-47, 2 demançe û hin belgeyên leşkerî hatin bidestxistin  4 wesayîtên leşkerî û 3 motosîklet hatin rûxandin, 2 wesayîtên leşkerî jî hatin derbkirin. Encama çalakiyekê nehate diyarkirin Artêşa Tirk a dagirker 4 caran li herêma Efrînê operasyonên berfireh bi tevlîbûna bi hezaran çete û balafirên bê mirov li dar xist. Hemû operasyon di demên kurt de bê encam paşve kişiyan. Artêşa Tirk a dagirker 2 caran sînorê Rojava îhlal kir û li herêma Serêkaniyê rasterast sîvîl kir hedef. Di encama herdu êrîşên artêşa dagirker de 2 sivîl brîndar bûn. Hêzên me yekser bi heman awayî bersiv dan êrîşan.

6 RÊHEVALÊN ME ŞEHÎD BÛN

Di nav mehê de 2 rêhevalên me di encama berxwedana li dijî dagirkeriya li Efrînê, 4 rêhevalên me di encama nexweşî û qezayan de, bi giştî 6 rêhevalên me gihîştin şehadetê. Weke hêzên YPG û YPJ, di serî de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û li dijî ew kesên ku li hember destkeftiyên me yên şoreşê yên ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin di nav êrîşê de ne, wê têkoşîn û çalakiyên me yên bi bandor bidome.

Weke hêzên YPG û YPJ, di serî de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirkerû  li dijî ew kesên ku li hember destkeftiyên me yên şoreşê yên ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin di nav êrîşê de ne, wê têkoşîn û çalakiyên me yên bi bandor bidome.”