Çete malbatên xwe digirin û ji Efrînê direvin

Piştî çalakiyên bi bandor ên şervanên YPG/YPJ’ê û Zexeba Zeytûnê yên li Efrîn û şûnde, bi dehan çete malbatên xwe digirin û direvin Tirkiyeyê.

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li hember berxwedana Efrînê ya ku talan kirî ranagirin, direvin.  Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, nêzî 50 çete yên li gundê Axçelê yê girêdayî navçeya Cindirês a Efrînê kom bibûn, li gel malbatên xwe ber bi Tirkiyeyê ve direvîne.

Çavkaniyan ragihandin ku çete û malbatên wan ji ber çalakiyên bi bandor ên li navenda bajarê direvin.

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ên ku xwe li hember çalakiyên li bajar tê kirin ranagirin, berya çend rojan jî ber bi Tirkiyeyê ve revîbûn.