Xezeba Zeytûnê: Serçeteyek li Efrînê hate kuştin

Li herêma Şera ya Efrînê di encama çalakiya şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê de çeteyekî Feyleq El Şam ê bi navê Ebdilletîf Ekîl hate kuştin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku çalakiyên şervanên wan ên ji bo hesabxwestina ji çeteyên dagirker li Efrînê dewam dikin.

Li gorî daxuyaniyê, 3'ê Îlonê serçeteyê Feyleq El Şam ê bi navê Ebdulletîf Ekîl li herêma Şera ya Efrînê di encama çalakiyekê de hatiye kuştin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Me soz daye gelê xwe ku em ê berxwedana xwe bilind bikin, tola Efrînê hilînin û heta ku gelê Efrînê li cih û warê xwe vegere em ê têbikoşin."