Çeteyên DAÎŞ'ê bi nav û nîşana Tirkan li Efrînê bi cih bûne

Dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê bi rêxistin kiriye û bi nasname û unîformayên cuda li Efrîn û Şehbayê bi kar tîne. Gelek çeteyên DAÎŞ'ê bi navê OSO li Efrînê ne.

Piştî ku DAÎŞ têk çû, bi deh hezaran endamên vê koma çete derbasî Tirkiyeyê û herêmên Bakurê Sûriyeyê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin bûn. Hinek ji wan, 24'ê Tebaxa 2016'an li Cerablûsê bêyî fîşekekê biteqînin kincê xwe guhertin û tevlî naa çeteyên 'Mertala Firatê' yên dewleta Tirk bûn. Çeteyên DAÎŞ'ê niha hem li Tirkiyeyê, hem jî li Bakurê Sûriyeyê xizmetê ji dewleta Tirk re dikin. Beşek ji çeteyên DAÎŞ'ê yên li Bakurê Sûriyeyê, li herêmên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi navê 'Tevgera Qiyam' a MÎT'ê hewl dan sûîqestan bikin. Piraniya wan jî di dema dagirkirina Efrînê de hatin wezîfedarkirin û niha li Efrînê ne.

Di nava çeteyên DAÎŞ'ê de yên niha li Efrînê, serçete, yên ku komkujî kirine û di karê îstîxbaratê de xebitîne hene. Çeteyên DAÎŞ'ê yên li Efrînê xizmetê ji AKP'ê re dikin, êrîş biribûn ser herêmên Kurdan.

Dewleta Tirk dema ku dest bi êrîşên xwe yên ji bo dagirkirina Efrînê kirin, navên DAÎŞ'ê û YPG'ê bi hev re hiltanî. Lê belê Efrîna ku DAÎŞ'ê qet nekarî xwe bigihîne wir, niha bûye eniyeke nû ya DAÎŞ'ê.

ÇEND JI DAÎŞ'IYÊN LI EFRÎNÊ Û ŞEHBAYÊ NE

Çend ji DAÎŞ'iyên ku dewleta Tirk li Efrîn û Şehbayê bi cih kirine û wezîfeya ku pê radibin wiha ye:

Beşar Alî Ûbeyd: Beriya niha di nava Tabûra Abdullah bîn Zûbeyr a ser bi DAÎŞ'ê de cih digirt ku li bajarê Dêra Zor bû. Niha li Efrînê di nava çeteya Sûltan Mûrat a dewleta Tirk de ye.

Hamza Memdûh El Matrûd: Ji gundê El Şaîr ê Hamayê ye. 2 salan di nava DAÎŞ'ê de ma. Piştre derbasî herêmên Şehbayê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin bû û tevlî nava komên wan bû. Beşdarî êrîşên dagirkirina Efrînê bû. Niha li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di nava çeteyan de ye.

Halîd Tirkî el Hesan: Sala 1989'an ji dayik bû. Weke endamekî DAÎŞ'ê li gundê El Quriye yê Dêra Zorê bû. Dawiya sala 2017'an çû Tirkiyeyê û li wir tevlî çeteya Isud El Qaqa bû. Niha li herêmên Bakurê Sûriyeyê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin di nava çeteyên dewleta Tirk de ye.

Abûd Alî ûbeyt El Adî: Beriya niha li herêma Dêra Zorê di nava 'rêxistina polîsan' a DAÎŞ'ê de cih digirt. Niha li Bakurê Sûriyeyê endamekî çeteyên dewleta Tirk e.

Hesan El Mûhammed: Ji mintiqeya Mesakîn Hînano ya Helebê ye. Beriya niha li gundê Derhafer ê Helebê endamê îstîxbarata DAÎŞ'ê bû. Piştre tevlî Tabûra Lîwa Elselacika ya Ehrar Şarqiye bû û niha li Bakurê Sûriyeyê li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin xizmetkarê MÎT'ê ye.

Omer Zuheyr El Aqil: Ji gundê Berşaya yê bajarokê Qebasin ê Babê ye. Piştî ku DAÎŞ kete nava Babê, tevlî nava DAÎŞ'ê bû û di nava îstîxbarata DAÎŞ'ê de cih girt. Dûre tevlî koma çete ya Sûltan Mûrat bû. Niha li herêmên Bakurê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin e.

Ahmet Salih El Tokan: Ji navçeya Meskene ya Til Temirê ye. Di nava DAÎŞ'ê de 'emîr'ê komên êrîşên xwekujî bû. Di nava DAÎŞ'ê de navê wî Ebû Esad El Îngilîzî bû. Niha li Bakurê Sûriyeyê di nava çeteyên Tirk de ye.

Tarik Abdullah Aqrep: Ji gundê Lobîne yê Kobanê ye. Di nava DAÎŞ'ê de navê wî Ebû Abdullah bû. Sala 2014'an derbasî nava îstîxbarata DAÎŞ'ê bû. Piştre tevlî Ketîbeya El Hemzet bû û fermandarî jê re kir. Niha li Efrînê yek ji fermandarên heman çeteyê ye.

Eymen Mustafa Diyap: Ji gundê Qasimiyê yê Kobanê ye. Şervanekî aktîf ê DAÎŞ'ê bû. Tevlî êrîşa li ser Kobanê bû. Niha li Bakurê Sûriyeyê li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin e.

Alî Ehmed El Emîn: Navê wî yê kod Ebû Ducanî ye. Ji gundê Belqis ê Til Hemîsê ye. Li Hesekê berpirsyarê gelek nuqteyên kontrolê yên DAÎŞ'ê bû. Piştî ku QSD'ê Hesekê ji DAÎŞ'ê paqij kir, çû gundên bakurê Helebê. Li Helebê tevlî çeteya Ehrar Şarqiye bû. Niha di nava îstîxbarata Ehrar Şarqiye de ye.

Samîr El Ûsûd: Ji Dêra Zorê ye. Di nava DAÎŞ'ê de navê wî Ebû Qasim bû. Demeke li Efrînê parêzvaniyê ji fermandarên Ehrar Şarqiye re dike.

Mahmût Herdan: Ji Dêra Zorê ye. Piştî ku kete nava DAÎŞ'ê navê Ebû Nacî El Ensarî rakir. Niha li Efrînê cihê xwe di nava çeteya Ehrar Şarqiye de digire.

Îsa El Mûhammed: Ji Girê Spî ye. Sala 2016'an tevlî DAÎŞ'ê bû. Di nava DAÎŞ'ê de navê Ebû Mûhammed Şemaliye li xwe kir. Berê endamekî 'ji rêzê' yê DAÎŞ'ê bû, piştre weke emîrekî li mintiqeyeke Reqayê hate wezîfedarkirin. Derbasî Dêra Zor bû û bû Berpirsyarê Zîreetê. Sala 2017'an derbasî Ezazê bû û tevlî nava çeteyên dewleta Tirk bû. Niha li Efrînê ye.

Abdulezîz Hidir El Ehmet: Ji taxa Xweyran a Hesekê ye. Piştî ku tevlî nava DAÎŞ'ê bû, li Şeddadê û Dêra Zorê ma. Ji nava DAÎŞ'ê derbasî nava Ehrar Şarqiye bû û niha li Efrînê ye.

Xeyrat Mûhammed El Xeyrî: Ji gundê Qoriya yê Dêra Zorê ye. Di nava DAÎŞ'ê de çek, hawan û wesayitên zirxî çêdikir. Berpirsyarê amadekirina wesayitên bombebarkirî û hawanan bû. Piştre derbasî herêma Şehbayê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin bû. Niha li Cerablûsê berpirsyarê çêkirina wesayitên zirxî, çek û hawanan ên çeteyên dewleta Tirk e.

Alî Yûsûf El Selamî: Ji gundê Şuyix a jêrîn ê Kobanê ye. Li vir tevlî DAÎŞ'ê bû. Beşdarî êrîşên li ser Kobanê û Minbicê bû. Piştre derbasî herêmên dagirkirî yên Şehbayê bû. Niha li van herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, yek ji fermandarên çeteya Ehrar Şuyix e ku ji bo dewleta Tirk dixebite.

Mûsenna Ayît El Mûkeydî: Ji mintiqeya Cûra yê Dêra Zor e. Tevlî şerê DAÎŞ'ê yê li Dêra Zorê bû. Piştre derbasî herêma Şehbayê bû û di nava çeteyên dewleta Tirk de cih girt. Tevî malbata xwe niha li Efrînê li nava çeteyên dagirker e.

Abdurrezzaq El Cerrah: Ji gundê Hesveya Mezin a Hesekê ye. Ji wir tevlî DAÎŞ'ê bû û navê Ebû Besam li xwe kir. Piştre çû gundên bakurê Helebê û tevlî çeteya Sûltan Mûrat bû. Niha li Ezazê yek ji fermandarên çeteya Lîwa El Rafîden a dewleta Tirk e.

Fadî Hesan El Hesan: Ji gundê Rahiya El Zahir ê Qamişloyê ye. Piştî ku beşdarî nava DAÎŞ'ê bû, cihê xwe di nava êrîşên dagirkeriyê yên li Til Hemîs û Holê de girt. Piştre tevlî nava çeteyên 'Mertala Firatê' bû û niha li Efrînê ye.

Mûhammed Emîn El Esvet: Ji Hesekê/Til Hemîs e. Piştî ku tevlî DAÎŞ'ê bû navê Ebû Hemam El Şarabî rakir. Demek e li Bakurê Sûriyeyê endamê îstîxbaratê yê çeteya Fasil îcnet El Hesake ya dewleta Tirk e.