ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Encamnameya Kongreya TEV-DEM’ê hate eşkerekirin
Encamnameya 3’emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku îro li bajarê Rimêlan yê Bakurê Sûriyeyê destpêkirîbû, bi hilbijartina 64 endam û xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû, hate eşkere kirin. -
Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê li Kobanê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Hiso (Rustem Kobanê) û Egîd Keno (Comerd Kobanê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. Li aliyê din nasnameya gerîlayekî HPG’ê hate eşkere kirin. -
3. Kongreya TEV-DEM’ê bi dawî bû
3’emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku îro li bajarê Rimêlan yê Bakurê Sûriyeyê destpêkirîbû, bi hilbijartina 64 endam û xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû. -
Çeteyan li Efrînê sivîlek din revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Mosaka yê navçeya Raco a Efrînê sivîlek revandin û ji bo berdanê ji malbatê fîdye xwestin. -
Zelal Ceger û Xerîb Hiso bûn hevserokên nû yên TEV-DEM’ê
Di 3’emîn Kongreya Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a TEV-DEM’Ê Zelal Ceger û Xerîb Hiso yê Êzidiyê ji Efrînê hate hilbijartin. -
‘Me birînên xwe pêça, êdî em ê Efrînê rizgar bikin’
Delegeyên ji Efrînê ku beşdarî kongreya TEV-DEM’ê bûyîn ev peyam dan; “Ji bo rizgarkirina Efrînê di her alî de me xwe birêxistin kiriye û bi teqez em ê Efrînê rizgar bikin.” -
Di 3. Kongreya TEV-DEM’ê de biryara ‘Têkoşîna Dîrokî’
3’emîn Kongreya asayî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hate kirin. Hevserokê Desteya Rêveberiya TEV-DEM’ê bal kişandin ku wê di kongreyê de biryarên têkoşîna dîrokî bigirin. -
Li herêmên dewleta Tirk dagir kirî rêyên mêtîngeriyê
Hate zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ber bi herêmên li Sûriyeyê dagir kirî wê rêyekê çêbike. -
Muslim: TEV-DEM wê li erka xwe ya rêxistinkirina civakê vegere
Salih Muslim diyar kir ku şert û merc guherîne û ew dixwazin ku TEV-DEM li erka xwe ya birêxistinkirina civaka sivîl vegere. Muslim got, "Nêrîna me ya bingehîn ev e; civaka rêxistinbûyî dikare her tiştî bike." -
Li Efrînê 2 çeteyên dagirker hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku di çalakiyên şervanên wan yên 19 û 24’ê Tebaxê yên li navçeya Mabeta û Bilbilê yên Efrînê 2 çeteyên dagirker hatine kuştin. -
Cenazeyê şehîdê YPG’ê El- Şêx spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ûsam El-Şêx ê di 19’ê Tebaxê de şehîd bibû bi merasîmekê ji aliyê bi deha şêniyên herêma Kereman û gundewarên wê ve spartin axê. -
Dewleta Tirk, gora Nûrî Dersimî jî talankirin
Dewleta Tirk û çeteyê wê, li navçeya Şera ya Efrînê ku dagir kirine gora pêşengê Kurd Nûrî Dersimî, hevjîna wî û gelek kesayetên berniyas talankirine û hestiyên derxistine. -
Çeteyên Enqerê li Efrînê sivîlan direvînin
Çeteyên rejîma Enqerê li Efrîna dagirkirî 2 sivîlên din jî revandin. -
Xezeba Zeytûnê: 55 leşerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin
Odeya Çalakiyên ya Xezeba Zeytûnê ragihand ku ji 26 çalakiyên di nava du mehan lidar xistîn de, 5 jê leşkerên Tirk bi giştî 55 çete hatine kuştin. -
Gundiyên gundê Satiya yê Efrînê şerê çeteyan kirin
Li gundê Satiya yê Efrînê welatiyên gund li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên ku dixwestin mal û milkên wan talan bikin, derketin. -
Zeviyên Eyn Îsa ji nû ve hatin çandin
Komîteyên çandiniyê yên li Eyn Îsa karê xwe zêde kir. Bi deh hezaran donim erdê li herêmê hatin çandin. -
Navê Helîn Qereçox li kolaneke herêma Baskê hate kirin
Navê şervana YPJ’ê ya enternasyonalîst Helîn Qereçox (Anna Campbell) a di Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Efrînê de şehîd bibû, li kolaneke ya bajarê Vîtorîa-Gasteîz a paytexta herêma Baskê hate kirin. -
YPG’ê têkildarî çalakiyên li Efrînê hişyarî da
YPG’ê têkildarî çalakiyên li Efrînê yên li ser navê komên cuda cuda xwe pênase dikin agahî da û diyar kir ku li pişt her çalakiyên ku şervanên wan ên ji bo bidawîkirina dagirkeriyê ne û çalakiyên xwe li ser malpera fermî parve dike. -
Li Efrînê teqîn: 3 kes mirin
Li kolana Reco ya Efrînê teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku di teqînê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. -
Meclîs û komînan cejna Efrîniyên li kampa Berxwedana pîroz kirin
Bi boneya Cejna Qûrbanê rêveberên meclîs û komînan serdana welatiyên Kampa Berxwedana kirin û cejna wan pîroz kirin. -
Gelê Qamişlo, di cejnê de serdana Şehîdgehan kirin
Gelê Qamişlo, di roja yekem a Cejna Qûrbanê de serdana gorên şehîdan kirin. -
Serçeteyekî din li Efrînê hate kuştin
Di çalakiya şervanên Xezeba Zeytûnê de serçeteyekî dewleta Tirk hate kuştin. -
Li Reqayê teqîn
Li Reqayê teqînek pêk hat. Di teqînê de jinek û zarokek birîndar bûn. -
Dagirkeran li Efrînê êrîşî sivîlan kirin: 20 sivîl hatin revandin
Di navbera kesên ku piştî dagirkirina navçeya Bilbil a Efrînê û şûnde li gundê Sagir Ubasî hatibûn bicihkirin û çeteyên Sûltan Mûrat de şer qewimî. Çeteyên Sûltan Mûrat keyeyê gund jî di nav de 20 sivîl revandin. -
Li Efrînê çeteyekî dewleta Tirk hate kuştin
Çeteyekî koma Sûltan Mûrad a dewleta Tirk li navçeya Raco ya Efrînê bi çalakiya Xezeba Zeytûnê hate kuştin.