KENY wê bi rojeva Îdlibê bicive

Bala tevhiya cîhanê li ser êrîşa li dijî Îdlibê ye. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) wê roja Înê li ser Îdlibê bicive.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ku serokê wê yê vê mehê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye, wê bi rojeva destwerdana rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê li Îdlibê bicive.

Sefîra Bilind a DYA'yê ya li Neteweyên Yekbûyî Nîkkî Haley diyar kir ku piraniya endamên KENY ji bo civînê piştgirî dane. Haley got, civîn wê roja Înê saet 13:30 ya jî 14:00 pêk were.

Haley hişyariyên Serokê DYA'yê Donald Trûmp jî bi bîr xist ku eger çeka kîmyewî bê bikaranîn wê bersivê bidin û got, rewşa li Îdlibê 'cidî' ye.