Nasnameya 2 şehîdên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate eşkerekirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir yên ku di encama teqîna duh ya li ser rêya di navbera herêma Cizîr û Minbicê de şehîd bûbûn.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir yên ku di encama teqîna duh (4’ê Îlon) ya li ser rêya di navbera herêma Cizîr û Minbicê de şehîd bûbûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin li bajarê Minbicê û gundewarên wê aramî û pêşketinek heye û bi taybet piştî ku ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve di 2016`an de ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, ji ber wê gelek hêzên terorîst hewl didin ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Abdulrehman Mehmûd Cafer (Ebû Mehmûd) û Abdullah El-Ehmed dema ku bi erka xwe radibû, di encama teqîna mayinekê ya bi wesayîta wan ve ya li ser rêya  di navbera herêma Cizîrê û Minbicê de şehîd bûn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest û teqez kir ku ew ê heta pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan li ser esasê pîvanên biratiya gelan, neteweya demokratîk û jiyana hevbeş heta dawiyê têkoşînê bikin û li ber xwe bidin û soz dan ku ew ê heta dawiyê li hemberî her kesê ku dixwazin aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin, bisekinin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên her du şehîdan wiha ne:

Nasnav: Ebû Mehmûd  

Nav û Paşnav: Abdulreham Mehmûd Dafer

Navê Dayikê: Sebah

Navê Bav: Mehmûd

Cih û Demê Jidayikbûnê: Reqa / 3’ê Gulana 1973’an

Cih û Demê Tevlîbûnê: Eyn Îsa / 2016

Cih û Demê Şehhadetê: Minbic – Rêya Cizîrê / 4’ê Îlona 2018’an

***

Nasnav: Abdullah El-Ehmed

Navê Dayikê: Xaziye

Navê Bav: Ehmed

Cih û Demê Jidayikbûnê: Minbic – El-Erîme 199

Cih û Demê Şehadetê: Minbic –Rêya Cizîrê / 4’ê Îlona 2018’an