Li Efrînê yek jê serçete 15 dagirker hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku hêzên wan di 3’ê Îlonê de hin rêzeçalakî li dar xistine û Fermandarê Tûgaya 23’emîn Ahmed Semîr Brîer jî di nav de 15 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya ‘Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de’ hêzên wan hin rêzeçalakî li dar xistine.

Çalakiyên ku artêşa Tirk û çeteyên wê bûne hedef, li navenda Efrînê, li bejahiya Efrînê û li bejahiya Şêrawayê hatiye lidarxistin.

Daxuyaniya YPG’ê ya têkildarî çalakiyan wisa ye:

“Di 3’ê Îlonê de hêzên me xwe bera nav baregeha Eniya El Şamê ya li gunfê Xalta ya Efrînê dane. Piştî lêdanê vê avahiya baregehê hatiye îmhakirin. Di çalakiyê de hejmara çeteyên birîndar nehatiye tespîtkirin û 6 çete jî hatine kuştin.

Di heman şevê de dema ku wesayîteke leşkerî ya Eniya El Şamê hatiye takviyeyê, li ser rêya Tirindê hêzên me kemînek li pêş wê daniye. Di vê wesayîtê de yek jê serçete, 5 çete hatine kuştin.

Yekîneyên me di heman wextê de di navbera gundên Gobelê û Basilê yên Şêrawayê de li dijî wesayîteke çeteyan çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiya sabotajê de wesayît hatiye îmhakirin û 4 çete hatine kuştin.”

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir di van çalakiyan de Fermandarê Tûgaya 23’emîn Ahmed Semîr Brîer jî di nav de bi giştî 15 çete hatine kuştin û bi dehan çete birîndar bûne.