Li Ezazê di hevdîtina MÎT û çeteyan de teqînek pêk hat

Hate ragihandin ku li bajarê Ezazê yê Bakurê Sûriyeyê dema ku rayedarên MÎT’ê û çeteyên dewleta Tirk li hev civiyabûn, teqînek pêk hat.

Li Ezazê ya ku di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk de ye vê sibehê teqînek hate kirin. Di vê teqînê de 15 kes mirin û ji 20’î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku dema ku rayedarên MÎT’ê û çeteyên dewleta Tirk hevdîtin dikirin, li pêşiya konê wan ê hevdîtinê teqînek pêk hatiye. Ji ber teqînê xisareke maddî pêk hatiye û hate diyarkirin ku hejmara mirî û birîndaran dibe ku zêdetir bibe.

Nayê zanîn ku ev teqîn ji aliyê kê hatiye kirin.