Li Şamê teqîn

Li baregeha hewayî ya El Mazze ku nêzî paytexta Sûriye Şamê ye, yek ji depoyên cebilxaneyê teqiya.

Rayedarekî rêveberiya Sûriyeyê ragihand ku derb li baregeha hewayî ya El Mazze neketiye, lê belê ji ber êrîşa bi roketan yek ji depoyên cebilxaneyan ên li herêmê teqiya ye. Hate îdîakirin ku êrîş ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê ve hatiye şikandin.

Li gorî nûçeya rojnameya Tîmes of Israel, êrîş ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hatiye kirin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA ragihand ku îdîayên dibêjin 'teqîna li baregeha hewayî ya El Mazzeyê ji ber êrîşa Îsraîlê rû daye', ne rast in. Ajansê îdîa kir, ji ber pirsgirêka elektrîkê ya li baregehê depoyeke cebilxaneyan teqiya ye.